Li Amedê Nobeta Demokrasiyê: Hevserokatî bi berxwedana jinan hat li pêşxistin

  • 15:26 24 Îlon 2019
  • Rojane
AMED -  Bi pêşengiya HDP'ê li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê tên lidarxistin. Di nobeta îro ya li Amedê de parlamenter Tulay Hatîmogullari diyar kir ku hevserokatî ne xelatek e tê dayîn û got: "Jin şev û roj di nav zilm û zordariyê de bi bedelên giran pergala hevserokatiyê bi dest xistin. Bila bê zanîn ku hevserokatî ji bo HDP'ê û ji bo gel xeta mor e."
 
Nobeta Demokrasiye ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê pêk tê ket roja xwe ya 37’an. Nobet wekî her roj li Cadeya Lîseyê ya hemberî Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê pêk hat. Nobeta ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêkt ê, bi pişgiriya welatî, rêxistinên sivîl, parlementer, hevşaredar, rêveber û bi taybetî bi tevlîbûna dayikan didome. Dorpêça polîsan bi dirûşm û bi gotina stranan hat şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta 'Dest nede vîna min' hat vekirin.
 
Di destpêke de hevserokê HDP'ê ya Bajêr Hulya Alokmen Uyanik axivî û bal kişand ser Nobeta Demokrasiyê û wiha got: "37 roj in em li dijî neheqî û tayînkirina qeyûman li ber xwe didin. Dayik, ciwan û gelê me yê bi rûmet li vir li ber xwe didin. Îro bi sedan siyasetmedarên ceza girt. Lê têkoşîna me dê ji bo edaletê her tim bidome. Rêya me vekiriyê û serkeftin nêz e."
 
‘Wê diz hesabê bidin gel ’
 
Parlamenter Tulay Hatîmogullarî bi kurdî û erebî girse silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ciwan dibêjin ku “Wê diz hesabê bidin gel”. Belê divê bê zanîn ku êdî tehemûla kesan nemaye, dê demek nêz de hesabê bidin gel. Îktîdara AKP'ê xwe bi hilbijartinan xwe meşrû dike û dibêjê gel li pişt me ye. Lê wekî din yên dijîn jî tune hesab dike. Hek cesareta wan hebe bila werin em hilbijartineke din bikin, ka kî/kê qeyûm dixwaze."
 
'Hevserokatî bi berxwedana jinan hat li pêşxistin'
 
Tulay di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pergala hevserokatiyê û got: “Di demên dawiyê de hevserokatî di hedefa îktîdarê de ye. Hevserokatî di encama berxwedana rêxistina jinên Tirkiyeyê û her wiha bi taybetî bi keda jinên kurd hat li pêşxistin. Hevserokatî ne xelatek e tê dayîn. Jin ji bo hevserokatiyê şev û roj di nav zilm û zordariyê de bi bedelên giran hevserokatî bi dest xistin. Bila bê zanîn ku hevserokatî ji bo HDP'ê û ji bo gel xeta mor e. Her wiha em ê her tim bi dirûşma "Jin jiyan azadî" têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Dê bi vîna gel serkeftin pêk bê'
 
Tulay, di Nobeta Demokrasiyê de qala krîza aborî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi krîza aborî û bi zêdebûna hejmara betaliyê re rejîma takekesî têk diçe. Niha jî bi hişmendiya êrîşkar dixwazin kiryarên xwe meşrû bikin. Lê her kes dizane û dibîne ku her tişt dê bi vîna gel bi ser keve."