Leyla Guven çû serdana malbata Yonca Akinci

  • 14:32 24 Îlon 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û heyeta bi wê re çûn serdana malbata Yonca Akinci ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û heyeta bi wê re li Colemêrgê çûn serdana Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê û serdana malbata Yonca Akinci ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Endamê Dîwanê yê KCD'ê Hilmi Aydogdu û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir beşdarî heyeta çûn serdanê bûn. 
 
Leyla û heyeta bi wê re piştî serdana Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê çûn Gundê Birnêbilaxê serdana malbata Yonca Akinci li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê ya Îzmîrê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. 
 
Piştî serdanê Leylayê û heyeta bi wê re ji gund veqetiyan.