Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 13:43 24 Îlon 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez, bi boneya bi muvekilê xwe Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê gulan, 22'ê gulan, 12'ê hezîran û 18'ê hezîranê û herî dawî di 7'ê tebaxê de bi Abdullah Ocalan re hevditin kiribûn.