'Ji sedî 40 xwendekar tiştên ku dixwînin fêm nakin'
- 12:12 24 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Perwerdê ya Mîllî encamnameya "Lêkolîna Şopadina Serkeftina Xendekaran" aşkera kir û li gorî lêkolînê pergala perwedeyî gelek xirab e. Li gorî lêkolînê ji sedî 40 xwendekar tiştên ku dixwînin fêm nakin û nikarin şîrove bikin.
Ji hêla Wezareta Perwerdê ya Mîllî bi navê "Lêkolîna Şopadina Serkeftina Xendekaran" xebatek hat kirin. Lêkolîn li ser pola 4'emîn hat kirin û li gorî lêkolînê ji sedî 40 xwendekar tiştên ku dixwînin fêm nakin û nikarin şîrove bikin. Di ders tirkî, matematîk û zanistiyê de nikarin aqilê xwe bişixulînin. Di lêkolînê de derket holê ku tenê ji sedî 3.55 xwendekar bersiva pirsên lêkolînê dane.
Milyonek 164 hezar û 903 xwendekarên di pola 4'emîn de tevlî lêkolîna sala 2018'an û 2019'an bûne. Lêkolîn ji bo kêmasî bên tespîtkirin hatiye kirin. Li Tirkiyeyê cara yekem lêkolîneke bi vî rengî tê kirin û di encamê de jî rastiya pergala perwerdê derket holê. Di lêkolînê derket holê ku di asta zanebûn û fêmkirinê de rewşa xwendekaran xirab e.