Dê li Bexdayê Kongreya Jinan bê lidarxistin
- 09:59 24 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bexdayê dê 11'emîn Kongreya Jinan bê lidarxistin û hat diyar kirin ku dê di kongreyê de pirsgirêkên jinan û çareseriya pirsgirêkên jinan bê nîqaşkirin.
Di 28’ê îlonê de li navçeya Cadriyê ya Bexdayê 11’emîn Kongreya Jinan dê bê lidarxistin. Kongre dê bi tevlîbûna kesayetên navdar yên herêmê û derve were lidarxistin.
Ev kongre her sal bi serokatiya Eniya Hikme Emar Hekîm li Bexda tê lidarxistin. Hat diyar kirin ku kongre ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan tê lidarxistin.
Li ser vê mijarê endama Eniya Hikme Hêdî Mihemed axivî û bal kişand ser armanca kongreyê û wiha got: "Em armanc dikin ku pirsgirêka jinan bixin rojevê. Bi taybetî jî pirsgirêka jinên li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê. Piştî rejîma Sedam Hiseyîn, demokrasî hatiye hilbijartin. Gelo jin di ku dera vê demokrasiyê de cihê xwe digirin? Em dixwazin van mijaran guftugo bikin.”
Hêdî, destnîşan kir ku ew ê hewl bidin zîhniyeta çewisandina jinan a dibin navê îslamê de hemberî jinan tê kirin, bidin rawestandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ji bo ku jin tevlî hemû karê siyasî bibin, kar bê kirin. Ji bo vê bi giştî em dixwazin encamek baş ji bo jinan derbikeve û pirsgirêkên jinan bên çareser kirin.”
Eniya Hikme ya Nîştimanî di 24’ê tîrmeha 2017’an de li Bexda ji aliyê Emar Hekîm ve hat damezrandin. Eniya Hikme di parlamentoya Iraqê de xwedî 20 parlamentere.