Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 24 roj in li ber xwe didin
- 09:24 24 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ev 69 roj in Wargeha Mexmûrê ji hêla PDK'ê ve hatiye dorpêçkirin. Li dijî dorpêç û ambargoyê Dayikên Aştiyê 24 roj in ligel astengiyên asayîşê li ber xwe didin.
Dorpêç û ambargoya li hemberî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 69 roj in didomin. Penaber ji ber ambargo û dorpêçê nikarin karê xwe yê rojanê ya li Hewlêrê pêk bînin. Karker nikarin biçin ser karê xwe, xwendekar nikarin biçin dibistanê û her wiha nexweş jî nikarin biçin nexweşxaneyên Hewlêrê. Li dijî helwesta PDK'ê komek Dayikên Aştiyê li ber asayîşa PDK'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
24 ro jin Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ligel zor, zehmetî û astengiya asayîşê şev û roj li ber xwe didin. Her wiha asayîşa PDK'ê serdanên ji bo dayikan jî bi her rêbazê asteng dikin. Dayikên ku dixwazin bi rayedarên PDK'ê û hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk bînin tên astengkirin û her wiha li hemberî daxwaza dayikan heta îro tu bersiv jî nehatiye dayîn.
Dayikên ku 24 ro jin li ber xwe didin da zanîn ku dê li dijî dorpêçê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin.