ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 24 Îlon 2019
  • Rojev
*Bi hatina dema mehsereyê jinan dev û delingên xwe hildan û berî dan nav rezan. Ji jinên ku her sal bi keda destên xwe dema mehsereyê pêşwazî dike, Menal Ocal, diyar kir ku karê bi destên jinan tê kirin her bêtir serkeftî ye û wiha got:"Em her sal tên ser mehsereyê û hewil didin ku ji xwezayê feyzê bigirin û bi xwêdana eniya xwe berhemên xwedî cêjeke xweş biafirînin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Qamişloyê yên ku amadekariya demsala zivistanê dikin derbarê ked û tevgera xwe ya di demsala payizê de gotin: "Ked û rengê jinê xweşikbûnê dide jiyanê. Kenê me geş e û keda me jî xweş dibe. Em  westandina dayina kedê hîs nakin. Dilê jinan ji hev dixwaze û barê milê hev radikin." DÎMEN HEYE
 
*Derbarê serîhildana şêniyên gundê Dêra Zorê ya li hember Rêjîma Sûrîyeyê û Leşkerên Îranê Hevseroka Meclîsa Federal  a Xerayê Elya El-Îsa nirxandin kir û got:"Divê Rejîma Sûriyeyê ji bo aştîya di nava hemû gelan de hewl bide û bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bikeve nava diyalogê." DÎMEN HEYE
 
*Dayika 4 zarokan Evrîm Ulçen bi derfetên xwe hunera xwe li pêş xist û got: "Jin dema bixwaze dikare bi ser keve. Divê em ji çarçoveyên ku ji me re hatine xêz kirin rizgar bibin. Em ne ew in, em jêhatine û em dikarin hemû karê bikin."  DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Aslankoylu yên bi armanca balê bikşînin ser germahiya global, amadekariyên şanoya ‘Esman qelişiye’dikin û niha dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Li aliyekê firingiyan hûr dikin li aliyê din jî lîstikên xwe jiber dikin.  DÎMEN HEYE
 
* Sarya Ertaş ku yek ji mamosteyên MA Muzîkê ye, diyar kir ku bi atolyeyên pêk anîne bi hezaran zarokên gund re hatine cem hev û ev tişt vegot: “Em dizanin zarok di bin çi şertî de mezin dibin. Bi armanca bandora pergalê ya li ser zarokan ji holê rabin, me xebatên atolyeyê xist meriyetê.” DÎMEN HEYE
 
* Xwendekar û parêzvanên mafê jiyanê yên ji Tirkiyeyê tevlî Greva Avhewayê ya Global bûn ji bo pêşerojê banga tevgerê kirin. Çalakgeran diyar kirin ku tiştên bên kirin diyarin lê kes tiştekî nake, ji ber nayê hesabê wan û bikarhêneriyê kêm dike ji ber vê jî kara wan kêm dibe.”DÎMEN HEYE
 
* Hinek malbat, bi îdiaya ku zarokên wan revandina çiyê, li ber avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anîn û yek ji van jinên tevlî çalakiyê bûye Mevlude Uçdag e. Kesên Mevludeyê ji nêz ve nas dikin, îdia kirin ku kurê wê ne li çiyê ye, tevlî DAIŞ’ê bûye
 
*Ji vebûna TBMM’ê re demek kurt ma. Gelê Enqereyê bertekên xwe yên li hember krîza aborî û zêdebûna bihayan anî ziman û got: “Meclîs heye lê îcrat tune ye.”DÎMEN HEYE