Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn serbest hat berdan
- 08:41 24 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Di danişîna dawî ya doza Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn de biryara berdanê hatibû girtin. Piştî biryarê Dîba ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê derket.
Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn di 14'ê Cotmeha 2015'an de hatibû girtin. Lê belê di danişîna dawî ya 9'ê Îlona 2019'an de 10 sal ceza lê hat birîn û derbarê wê de biryara berdanê hat girtin. Piştî biryara berdanê, parêzerên Dîba ji bo muwekîla wan ji girtîgehê derkeve serlêdan pêk anîbûn. Piştî serlêdana parêzeran Dîba do ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê derket.
Malbata Dîba û hevalên wê li ber girtîgehê ew pêşwazî kirin.