Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ket roja xwe ya 36'an
- 13:47 23 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Li dijî tayînkirina qeyûman 36 roj in li Wanê Nobeta Demokrasiyê tê lidarxistin. Di nobetê de hat diyar kirin ku dê bi berxwedanê bi ser kevin.
Di 19'ê tebaxê de bi biryara Wezareta Karê Hundirin li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Çalakiyên protestoyê ya li hemberî tayînkirina qeyûman 36 roj in li Wan, Amed û Mêrdînê didomin. Nobeta Demokrasiyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) li Wanê îro jî li ber rêxistina naveya HDP'ê ya Rêya Armûşê pêk hat. Parlamenter Muazzez Orhan, hevşaredar Mustafa Avci, hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, hevşaredarên navçeyan, rêveber û endamên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê û welatî tevlî nobetê bûn.
Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, tîşortên li ser "Ji tecawiz, asîmîlasyon û hîşbirê re na" hatî nivîsandin li xwekirin û bi pankarta 'Jinên ciwan dê faşîzmê têk bibin' hatin qada nobetê.
Di nobetê de hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen axivî û diyar kir ku 36 roj in çalakî didomin û wiha got: "A rastî tişta ku tê xwestin demokrasî ye, vîna gel e, mirovatî ye, hiqûq e, wekhevî ye û aştî ye. Elbet bedelek heye. Bê têkoşîn nabe. Tiştên bê bedel bê wateye."
Çalakiya rûniştinê bi dirûşmên wekî "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Jin jiyan azadî" û “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.