Çalakiya li dijî qeyûman ya li Mêrdînê di roja 36'an de ye
- 13:01 23 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Nobeta Demokrasiyê ya di pêşengiya HDP'ê de li dijî qeyûmên ku tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin ahtin kirin li Mêrdînê di roja 36'emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de peyama; "Wê çalakiya me ya heta şaredrî paşve bên girtin berdewam bike" hat dayîn.
Çalakiya Nobetê ya li dijî qeyûman a li Mêrdînê di roja 36'emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku liber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê hat destpêkiirin de, parlamentera DHP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay tevli bûn. Çalakî di bin siya TOMA û dorpêça polîsan de hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Îradeya gelan nayê xespkirin" hat vekirin. Di çalakiyê de parlamenter Ebru Gunaya axivî û diyar kir ku di ser xespkirina îradeya Gelê Kurd re 36 roj derbas bûn. Ebru anî ziman ku gelek tiştên ji qeyûman re bên gotin hene lê ji bo xespkirina wan gotin têrê nakin.
'Bi tayînkirina qeyûman nikarin welat rêve bibin'
Ebru di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku bi hincetên pûç qeyûm tayînî şaredariya Pasûr û Qereyaziyê jî kirin û wiha berdewam kir: "Em her carê dibêjin ku em qeyûman qebûl nakin. Wê têkoşîna me ya li dijî qeyûman heta ku hevşaredar vegerin ser karê xwe berdewam bike. Bi vê helwesta xwe nîşan didin ku êdî nema dikarin welat rêve bibin. Em dizanin ku keda gel li ku tê bikaranîn. Em dixwazin ku pereyê gel ji gel re bê xerckirin."
Piştî daxuyaniyê Nobeta Demokrasiyê bi dirûşmên;"Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" hat bidawîkirin.