'Tevî ku em welatîne jî me nagirin şaredariyê'

  • 09:06 23 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Yek ji endama Meclîsa Şaredariyê parêzer Gulîstan Ataş ku xwest bikeve şaredariyê lê ji ber qerta wê ya endamtiyê tunebû, polîsan nehişt bikevê, wiha got: “Hewce bi qertên meclîsê an jî naskirina wan tune. Em wek welatî nikaribûn bikevin şaredariyê. Me der barê astengkirinê de serlêdana sûc kir.”
 
Di 19’ê tebaxê de bi talîmata wezareta karê Hundir re ji bo şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar ji peywirê hatin girtin. Piştî qeyûman li gelek bajarî çalakî pêk hatin û li sê bajaran ‘Nobeta Demokrasiyê’ hatin destpêkirin. Qeyûm Hasan Basrî ku tayînê şûna hevşaredarê bajarên Mezin yê Amedê Adnan Selçuk Mizraklî bû, li şûna bi endamên meclîsê re civînê bigire, bi 5 karmend hatibûn tayînkirin re civîn pêk anî û biryar da ku qada şîn a li Peyasê wek ‘qada tesîsa olî’ bê bikaranîn. Li aliyê din jî destûr nayê dayîn endamên meclîsê bikevin şaredariyê. Di rojên borî de endamên meclîsê bi hinceta qertên wan yên meclîsê tunebûn, hatin astengkirin û nehiştin bikevin şaredariyê.
 
‘Der barê ku meclîs hatiye sekinandin de teblîgat nehat kirin’
 
Wekîla Meclîsa Şaredariyê Gulseren Akkum der barê mijarê de nirxandin kir û wiha got: “Me wek endamên meclîsê xwest bikevin hundir. Lê em negirtin. Em du nûner ketin hundir. Ji bo em qertên xwe yên endamtiya meclîsê bigirin em çûn şaredariyê. Lê gotin qert ne bi serokatiya daîreyê re ne. Serokê Daîraye Biryar û Nivîsê Hasan Yildirim got meclîs hatiye rawestandin û got ew me muxatab nagirin. Me got em ê bisekinin û li ser vê gotin nesekinin. Helwesta wan diyar bû. Ji bo rawestandina meclîsê teblîgatek nehat kirin. Me hemû endamên meclîsê serlêdana sûc kir. Di heman demê de wê çalakiyên me jî bidomin. Em ê her roj li kolanan bin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Gulserenê wiha berdewam kir: “Mêrek darbeyê li sê herêmên vî welatî dixe. Ev li tu derê cîhanê nehatiye jiyîn. Darbeyên siyasî an jî leşkerî li hemû erdnîgariyan tê kirin û pergal diguhere. Lê ev mêr li sê herêman dixe û dixe bin destê xwe. Ev rewş ji aliyê me ve nikare bê qebûlkirin. Em di pêvajoyek kaotîk de ne. Hikûmet ji bo hebûna xwe bidomîne, her tiştî dike. Em ê li dijî van têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Gotin endamtiya we hatiye sekinandin’
 
Endama meclîsa şaredariya bajarê mezin parêzer Gulîstan Ataş jî got ketina wan ya şaredariyê ji aliyê emniyetê ve hatiye astengkirin û gotin ‘ji ber lîsteya endamtiya meclîsê tune wan nagirin şaredariyê’. Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser hevdîtinan tenê du endam ketin şaredariyê. Qertên me yên endamtiyê ligel me tunebûn lê qertên me yên endamtiya meclîsên navçeyan hebûn. Tevî vê em negirtin hundir. Serokwekîla meclîsê û berdevka meclîsê bi Hasan Yildirim re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de gotine endamtiya wan hatiye rawestandin. Hewce bi qert û naskirina me tune. Em wek welatî nikaribûn bikevin şaredariyê.”
 
‘Me serlêdana sûc kir’
 
Gulîstanê di dawiyê de got der barê mijarê de serlêdana sûc kirine û wiha dawî lê anî: “Em hîna bi awayekî fermî peywirdarên cemawerîne, lê em nikarin bikevin şaredariyê. Komîsyonên me hene. Gelo qeyûm tayînê wan jî bû? Gelo qeyûm tayînê me jî bû. Em gotina ‘meclîs hatiye rawestandin’ qebûl nakin. Ji ber teblîgatek ji me re nehatiye kirin. Heta teblîgatek fermî tunebi jî em ê pewyira xwe bikin.”