Ji bo girtiya nexweş Melesê, raporek din a ‘dikare li girtîgehê bimîne’ hat dayîn
- 09:04 23 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Meles Tekîn a 75 salî sala borî di meha nîsanê de bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin. Ji bo Meles a ku gelek nexweşiyên wê hene û nikare bimeşe, piştî Edeneyê, Nexweşxaneya Lêkolînê ya Xarpêtê jî rapora STE’ê amade kir û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’.
Li Mêrdînê jina bi navê Meles Tekîn a 75 alî bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê teqez bûye di Nîsana 2018’an de hat girtin û piştre jî surgunê girtîgeha Xarpêtê hat kirin. Meles ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene her tim radikin revîrê û ji bo rapora Saziya Tipa Edlî (STE) 4 caran daxwazname da. Meles salek û nîve girtiye û rewşa wê her diçe xirab dibe û rapora ji aliyê STE a Xarpêtê ve hatiye şandin de hat gotin ku dikare li girtîgehê bimîne.
Ewil Meles sewqî Edeneyê kirin û rapora STE’ê 5 meh şûnde di cotmeha 2018’an de gihişt girtîgehê. Di raporê de hat gotin ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Bi raporê re parêzeran daxwaza ‘berdana bi kontrol’ û ‘hepsa malê’ kir lê hat redkirin.
‘Divê emeliyat bibe’
Meles a bi alîkariya hevalên xwe yên koguşê hewcedariyên xwe yên rojane tîne cih, nexweşiyên wê yên tansiyon, dil û şekir hene. Ji ber her tim tansiyonê wê bilin dibe du rojan carê diçe revîrê û laşê wê diwerime. Keça wê Amîna Tekîn diyar kir ku rewşa dayika wê her diçe giran dibe û wiha got: “Salek û 5 meh in digirtîgehê de ye. Gelek nexweşiyên wê hene. Nikare xwarina xwe bixwîne, nikare li xwe binêre. Rewşa wê qet ne baş e. Hevalên wê xwarina wê didinê û serê wê dişon. Di meşê de zehmetiyan dikşîne, lingê wê ji nexweşiyê kesk bûne. Divê emeliyat bibûya lê ji bilî revîrê nexweşxaneyên din emeliyatê qebûl nakin û ew jî naxwaze li wir emeliyat bibe.”
Moralê wê roj bi roj dikeve
Hat diyarkirin ku Melesê nikare li hewadankê jî li ser piyan zêde bisekine û STE ya Xarpêtê jî piştî Edeneyê, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ şandiye. Her wiha li gorî agahiyan moralê Melesê jî roj bi roj dikeve.