Jina bi keda destê xwe têkoşîna jiyanê dide: Gulîstan Hemdo
- 09:03 23 Îlon 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Taybetmendiyeke jinan jî ew e ku ji bo her tiştî zêde kedê didin. Gulîstan Hemdo ku yek ji van jinên kedkare û yekem jina li taxa Şêx Meqsûd de xwaringiheke kade vekiriye, derbarê kadeyên çêdike de wiha dibêje: "Divê em hemû jin berpirsyartiya jiyanê bigirin ser milê xwe û xwedî li ked û vîna xwe derkevin.Ez bi kadeyên çêdikim debara xwe dikim û bi vê kêfxweş im"
Di encama pêşketina wekheviya di nava civakê de û bi naskirina hêza jinê re, êdî her jinek li gorî derfetên xwe, debara xwe ya jiyanê bi xwe dike û aboriya xwe pêş dixe. Jinan rola ku civaka baviksalar li wan birî darbas kirin û bi keda destê xwe têkoşîna jiyanê didin. Mînaka wê jî jina bi navê Gulîstan Hemdo ya 35 salî ya ji gundê Mîrkan yê Efrînê ye û tevî zarokên xwe koçî bajarê Helebê bûye li taxa Şêx Meqsûd bi kadeyên çêdike debara xwe dike. Gulîstan yekem jina xwaringiheke kade(Fetayir) li taxê vekiriye ye. Gulîstan ji me re axivî û nêrîna xwe derbarê jiyanê de parve kir.
'Debara jiyanê zemet e, divê em kedê bidin'
Gulîstan despêkê qala projeya xwe ya vekirina vê xwaringehê kir û wiha got: "Piştî şerê Efrînê em ji malên xwe derketin, debara jiyanê zehmet bû. Ji bo ku ji nû ve debara mala xwe bikim û aboriya xwe zindî bikim, min xwest ez ji xwe re xwaringehekê vekim û têde bixebitim. Bi vî karî ez debara xwe û zarokên xwe dikim û hewcekarî tu kesî nabim. Debara jiyanê zehmete divê em kedê bidin."
'Kadên ku ez çêdikim bi tamin û her kes jê hezdike'
Di dewamiya axaftina xwe de Gulîstanê qala karê xwe yê rojana di xwaringihê de dike û wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji seetên serê sibê v ez radibim û berê xwe didim xwaringeha xwe. Despêkê ez hevîrê xwe distirêm û paşê kadeyê xwe jê çêdikim. Tişên ku ez çêdikim, kadên Penêr, goşt, Îsota sor û her wekî din. Ez bi karê xwe kêfxweş im, li aliyekî zêde nawestim û ya din jî ji bo taxê jî berhemên xwe pêşkêş dikim. Di taxê de xwaringeha min tenê heye ku van tiştan çêdikê, zarokên dibistanan û kesên ku sibehê diçin ser karê xwe, hemû ji min dikirin û ji tama kadên destê min razîne û jê hez dikin."
'Divê jin xwedî li îrade û keda xwe derkevin'
Di dawiya gotina xwe de Gulîstan bang li tevahî jinan kir ku li vîna xwe xwedî derkevin û ev tişt go: "Em di rojên zehmet de dijîn, divê em bi xwe jiyana xwe rêve bibin. Eger her kes ji aliyê xwe ve jiyanê bide rawestandin wê kêf dijminan li me were. Divê em hemû jin berpirsiyartiya jiyanê bidin ser milê xwe û xwedî li ked û vîna xwe derkevin û di nava pêşveçûnan de bin."