Jinên Wanê: Simak ji her nexweşiyê re derman û ji her xwarinê re tam e

  • 09:02 23 Îlon 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li herêma serhedê bi hatina demsala payîzê re gundiyan dest bi berhevkirina simaqê kir. Jinên ku her sal bi zehmetiyên mezin simaqê kom dikin diyar kirin ku simaq ji her nexweşiyekê re derman û ji her xwarinekê re ji tam e. 
 
Li serhedê bi hatina demsala payîzê re li gundê Atêş ê girêdayî navçeya Elbax ya Wanê şînketiya ku wek simaqê tê binavkirin û gelek feydeyên wê mîna îştehvekirin û serifandinê hene komkirina wê ji alyê jian ve hat destpêkriin. Simaqa ku di cîhanê bi sedan cûreyên xwe tê zanîn li cihê sar û bilind şîn tê. Simaq di nav xwarinên herî bi tam de tê bikaranîn.   Jinên ku simaqê berhev dikin diyar kirin ku berhevkirina simaqê bi qasî gelek zahmet e û gotin ku simaq ji her nexweşiyekê re derman e. 
 
‘Berhevkirina simaqê gelek zambet e’
 
Ji gundiyan jina bi navê Behîce Ozdemîr bal  kişand ser girîngiya simaqê û wiha axivî;” Simaq xwedî bi sedan cûreyan e. Li her derên cîhanê bi cûreyên xwe yên cuda tê zanîn. Li herêma me du cûreyên simaqê hene ew jî simaqa sor û ya gewr e.  Simaq di meha tebaxê de çêdibe û heta meha îlonê heye. Berhevkirina simaqê gelek zahmet e. Em jinên gundî  her meha tebaxê kom dibîn û diçîn simaqê berhev dikîn. Simaq di her xwarinan de tê bikaranîn û di heman demê de ji her nexweşiyekê re jî derman e. Berhevkirina wê zehmet e lê hêja ye. Amadekirina wê ya piştî çinînê jî heye.  Simaq destpêkê tê berhevkirin û piştre tê ziwakirin. Piştî ku hate ziwakirin êdî ji xwarinê re amade ye. Di her xwarinê de em bi kar tînin bi rastî jî tamek pir cuda û xweş dide xwarinan.” 
 
‘Simaq hem tam û hem jî derman e’
 
Ji jinan Semra Yildirim ji destnîşanî taybetmendiyên simaqê kir û got ku ew jinên gundî her sal kom  dibin û diçin çinîna simaqê û wiha got:” Simaq li hemû herêmên çiyayî şîn dibe. Em jinên gundî her sal ji bo berhevkirina simaqê kom dibîn. Gundî hemû ji vê simaqê sûd digirin. Taybetmendiyên simaqê zêde ne. Ger ku simaq di wexta xwe de neye berhevkirin tama wê tehl dibe û nexweş dibe. Bo ku tal neb divê hîna ku baranên payîzê dest pê nekirîn bê berhevkirin. Em ji  di meha tebaxê de dest bi berhevkirina wê dikîn û heta dawiya meha îlonê. Gava ku me destpêkir em di nav xwarinên herî bi tam de bi kar tînin. Simaq li navçeyê tenê li gundê me û gundê Omeryayê çê dibe. Di heman demê de simaq ji her nexweşiyekê re jî derman e. Ji ber wê em ji dixwazîn ji her tiştekê simaqê sud bigirîn.”
 
‘Ne wekî lîmonê ye, xwarina wê xweş e û bi tame’
 
Ji jinan Denîz Yildirim jî diyar kir ku simaq rehekeke pir hêjaye û wiha pê de çû;” Bi salane simaq li gundê me çê dibe. Ji gundên derdorê gundî ji bo berhevkirina simaqê tên gundê me. Ev simaqe hem têra me û hem ji têra hemû gundên derdorê dike. Ne weke lîmonê ye, xwarina wê xweş e û bi tam e.