Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek hat vekirin

  • 08:51 23 Îlon 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi armanca li ser ziman, çand û wêjeyê dayina perwerdeyê, bi şahiyek muzîkê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek hat vekirin. 
 
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi armanca li ser ziman, çand û wêjeyêdayina perwerdeyê, bi şahiyek muzîkê û bi tevlêbûna endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratik Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek hat vekirin. Di şahiya vekirina komeleyê de nivîskar Bahattin Robar, bal kişand ser xebatên ziman û wêjeya Kurdî û got: "Ziman rûmeta gelekî ye. Ger ku em zimanê xwe ji bîr bikin û li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê rûmeta xwe jî terk bikin." 
 
Parlamenterê HDP’ê Huseyin Kaçmaz jî bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkevin û biparêzin. Tenê bi xwedîderketina saziyan têr nake. Divê her kes rola xwe ya ji bo parastina ziman pêk bîne. Zimanek hebûna gelekî ye. Ger ku em zimanê xwe neparêzin em ê çand û dîroka xwe ji bîr bikin." 
 
Rêveberê Komeleyê Sabrî Çatıkkaş jî li ser girîngî, wate û rola komeleyê axivî û xwest her kes ziman biparêzin û pêş bixin. 
 
Di şahiya vekirina komeleyê de dengbêjên Herêma Botanê stran strîn.