Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 23'an de didome
- 08:46 23 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ev 68 roj in PDK'ê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kiriye û ev dorpêç hîn jî didome. Destûr nayê dayin ku şêniyên Mexmûrê derbasî Hewlêrê bibin. Ji bo rakirina vê ambargoyê komek Dayikên Aştiyê xwestin bi rayadarên PDK' ê û hukumeta Iraqê re hevdîtin bikin lê asayîşa PDK' ê destûr nedan Dayikên Aştiyê yên dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
Ev 68 roj in PDK'ê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kiriye û ev dorpêç hîn jî didome. Destûr nayê dayin ku şêniyên Mexmûrê derbasî Hewlêrê bibin. Ji bo rakirina vê ambargoyê komek Dayikên Aştiyê xwestin bi rayadarên PDK' ê û hukumeta Iraqê re hevdîtin bikin lê asayîşa PDK' ê destûr nedan Dayikên Aştiyê yên dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 23'an de didome.
Dayika Aştiyê ya bi navê Xezal Sipendarokî nêrînên xwe yên derbarê çalakiya rûniştînê û dorpêçkirina Mexmûrê de wiha got:"Em şer naxwazin aştîxwaz in. Pêwist e demek ji dema din zûtirin ev rêk were vekirin. Bi sedan xwendevanê me hene ji ber vê dorpêçê nikarin xwendina xwe bidomînin û gelek nexweş hene pêwistiya wan bi dermankirinê heye nikarin derbasî Hewlêrê bibin. Li ku derê bûyerek biqewime PDK rê li me digire ev nêzîkatî nayê qebûlkirin."