Nobeta Demokrasiyê di roja 35'emîn de bû: Em bi ser ketin

  • 17:06 22 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Di axafitnên ku di Nobeta Demokrasiyê ya li ser kolana Lîseyê berdewam kir de hat diyarkirin ku îradeya gel li vir e, ew ê encamê jî ji vir bigirin û ev tişt hat gotin: "Me azadiya xwe her li kolanan bi dest xist, em ê serketina xwe ya li koalanan berdewam bikin."
 
Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên bajarên Amed Wan û Mêrdînê di roja 35'an de berdewam kir.  Li Amedê jî dîsa girseya ku di navde parlamenter, rêveber û endamên meclisa Şaredariyê yên HDP'î û nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl hebûn; li Kolana Lîse ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Li gel dorpêça polîsan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli dema hat ku tevli çalakiyê bibe bi çepikan hat pêşwazîkirin. Axafitna destpêkê ji aliyê parlamenterê Dîlokê yê HDP'ê Mahmut Tugrul ve hat kirin û hat gotin ku îradeya gel ya hatiye xespkirin heta ku bê îadekirin wê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevserokê Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'a Amedê Abbas Şahin ku piştî Mahmut Tugrul axivî jî diyar kir ku di tariyê de çirûska ronahiyê xuya dibe û wiha got: "Hûn çiqas bixwazin rojevê aloz bikin jî hilweşîna we dest pê kiriye êdî. Îktidara AKP'ê ji roja hatiye îktîdarê heta niha hemû çavkaniyên dewletê xistine xizmeta xwe. Tevî hemû çavkaniyên dewletê xistine xizmeta xwe jî di hilbijartina 31'ê Adarê de vîna gel bi ser ket. Di AKP'ê de pêvajoya hilweşînê dest pê kiriye. Ji bo têkçûna xwe ji rojevê derxe rojevê aloz dike û mijarên cuda derdixe pêş. Lê ew çi bike jî nikare êdî xwe rizgar bike."
 
Nobet piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.