Komxebata li ser jinên êzidî berdewam dike
- 15:09 22 Îlon 2019
- Rojane
Êlih - Jinên ku tevli Komxebata li ser jinên êzidî hat lidarxistin a bi sernvê "Fermana 73'emîn û Berxwedana Jinên Êzidî ya ji bo Azadiyê" bûn diyar kirin ku jinên êzidî êdî ne wekî berê ne, bi rêxistin in û dikarin xwe û civaka xwe biparêzin.
Platforma Têkoşînê ya Ji bo Jinên bi Darê Zarokê hatine Girtin, li Salona Konferansê ya Baroya Êlihê bi dirûşma "Fermana 73'emîn û Berxwedana Jinên Êzidî ya ji bo Azadiyê" serê sibehê hatibû destpêkirin. Komxebata ku hat destpêkirin berdewam dike. Di komxebata ku hat lidarxistin de parlamenterên DHP'ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Huda Kaya, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û ya Îkî Komruyeê Hatîce Taş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) , nûnerên KCD'ê û gelek nûnerên saziyên jinan û yên saziyên sivîl di komxebatê de cihê xwe girtin.
'Êş ji ya tê zanîn zêdetir e'
Piştî axaftina vekriin parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca axaftine kir. Feleknasê diyar kir ku civaka êzidî di fermana 73'yan de jî bi qirkirinê re rûbirû maye û wiha berdewam kir: " Em dibêjin ku êş ji ya tê zanîn zêdetir e. Li wê tenê ne jinên êzidî hemû jinên cîhanê hedef hatin girtin. Jin li bazaran hatin firotin û her kesî temaşe kir. Heman jin li bazara koleyan bi 10 dolaran hatin firotin û bi tecawizê re rûbirû man. Herkesî ev hovîtî temaşe kir. Ev êşa jinan îro jî berdewam e."
'Divê em jinên ketine destê DAÎŞ'yên bi kravat rizgar bikin'
Piştî Feleknasê rojnamegera ku bû şahidê qirkirinê Berfîn Hezil ji almanyayê bi vîdeo konferandê tevli komxebatê bû. Bervînê wiha got: "Çiyayê Şengalê keleha êzidiyan e. Ger ku ev çiya nebûya wê qira wan bihata. Sedam ê ji ber vê di bedêla ku zextan li êzidyan bike xwe bi wan da hezkirin û ew ji çiyê daxistin ku îro gundên wan ên herî kevn paşaroja wan 50 sale hene. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir bi bi hehezaran kes şaş man û nizanibûn ku wê çi bikin. 300 çeteyên DAIŞ' ê bi deh hezaran kes ji warê wan kir, dîl girtin û komkujî li ser wan kirin. Sedema vê jî pêşmergeyên ku berjewendiyên başûrê Kurdistanê parastine ne. Gel mecbûr ma ku bajêr terk bike û ev jî bû sedem ku gel parastina xwe bi xwe bike .Li Ewropayê her roj ya êzidiyek jiyana xwe ji dest dide û yan jî întîhar dike. Divê ku ev bên lêkolînkirin tenê neyên temaşekirin."
'Ji bo em azad bijîn sedemeke me heye'
Endama Meclisa Jinan a Şengalê Ferîde Sadu jî ku bi vîdeo konferansê tevli komxebatê bû wiha got: " Êşa êxidiyan berdewam e. Ji ber wê têkoşîn jî berdewam e. Armanca me jî ew e ku em 3'yê Tîrmehê wekî roja qirkirinê bidin qebûlkirin. Kesên ku bûn hevkarên DAÎŞ'ê jî divê bên darizandin. Ji ber ku bêdeng man. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û em nizanin çi bi 4 hezar kesên din ku winda ne hat. Jinên me wekî kole hatin firotin. Em heta bi Erebistana Siûdî diçin û hewl didin kesên winda bibînin. Lê jinên êzidî ne wekî berê ne. Bi rêxistin û dikarin mafê xwe biparêzin .Îro her kes li ser Şengalê hesabekî wan heye .Hesabê me jinan jî ew e ku em li ser axa xwe azad bijîn."
Piştî Ferîdeyê rojnameger Ayşe Gokkan li ser êzidî û kurdan gotarek pêşkêş kir.
Komxebat berdewam dike.