Îdaya nexweşxaneya li ser sînor a li Nisêbînê tê valakirin

  • 13:59 22 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nexweşxaneya Dewletê ya li Nisêbînê ku li ser sînor e hat îdakirin ku qetekî wê bi giştî hatiye valakriin û destûrên personelan jî hatin rakirin.
 
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ku nêzî sînorê Qamişoyê ye hat îdakirin ku qatê 4'an ê nexweşxaneyê  hatiye valakirin û destûrên personelên li nexweşxaneye dixebitin jî hatine rakirin. Li gel ku nehat zelalkirin ev ji bo çi hatiye kirin hat îdakirin ku ji bo polîs û lekeran ji bo cih veqetînin ev kar û bar hatiye kirin.
 
Dikare li navçeyên din jî bê kirin
 
Disa hat îdakirin ku li beşa lezgîn a heman nexweşxaneyê odeyek cuda hatiye amadekirin û tenê ji bo personelên mêr ku lê bixebitin destûr hatiye dayîn. 
 
Ev madadekarî tevgereke nû ya li ser sînor tînin hişê mirov û hat îdakirin ku dikare ev pêkanîn li navçeyên din jî bên kirin.