Projeya netewa demokratîk wê bi vîna jina azad pêk werê
- 12:59 22 Îlon 2019
- Rojane
Fîdan Ebdullah
ŞEHBA - Jinên ciwan yên ku beşadarî panela diyalokên projeya netewa demokratîk bûne, derbarê nîqaşên ku di hundirê panelê de hatine pêşxistin nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Projeya netewa demokratîk wekheviya gelan esas digre, jin di nava pergalê de rola herî pêşeng dilîzin û wê bi vîna jinan ev proje pêk werê."
Bîroya Ciwanên Partiya Sûriyê ya pêşerojê ya şaxa Efrînê bi dirûşma "Li ser wekheviya gelan em ê pêşerojê ava bikin" panela diyolokan li hola Jînê ya navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xistin. Panel bi tevlibûna nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxa Efrîn û Şehbayê, endamên dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiya Rewşenbîran, Kongreya Star û bi dehan ji ciwanên Efrînê pêk hat.
Panel bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştre ciwan li ser xalên wekî netewa demokratîk û bandora wê li ser çareseriya pêşerojê, Têkiliya di nava netewa demokratîk û felsefeya li ser rûya erdê, rola jinê di pergala netewa demokratîk de û bandora wê di civakê de, Rêveberiya Xweser a Netewa Demokratîk û pêkanîna şêwazên wê li ser rûyê erdê dest bi nîqaşên xwe kirin.
Di nîqaşan de ciwanan balkişandin ser girîngiya projeya wekheviya gelan û bandora wê li ser civakê ku projeya netewa demokratîk wekheviya gelan ji xwe re esas digire. Di panelê de hat diayrkirin ku desthilatdar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dixwazin dengê aşîtiyê û wekheviyê bifetisînin. Têkildarî mijarê jinên ciwan ên ku tevli panelê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
'Projeya netewa demokratîk ziman û çanda gelan esas digire'
Jina ciwan a bi navê Emîne Şêx Elî ya ku beşdarî panelê bûye wiha nêrîna xwe anî ziman: "Me weke ciwan paneleke diyalogan ji bo şirovekirina projeya netewa demokratîk li dar xist, ji bo ku em di nava netew û felsefeyên li ser rûyê erdê de têkiliyekê çêbikin û nîqaş bikin. Her netewek bi ziman û çanda xwe tê naskirin. Projeya netewa demokratîk ziman û çanda gelan esas digire. Em ê ciwan bi têkoşîna xwe projeya netewa demokratîk bighînin serkeftinê."
'Panel ji bo naskirina rola jin di nava civakê de girînge'
Jina ciwan a bi navê Bêrîvan Cinêd jî li ser beşdarbûna jinê a panelê û rola wê di civakê de wiha got: "Hejmarek baş ji jinên ciwan cihên xwe di panelê de girtin. Jinan di nava civakê de rêxistina xwe avakiriye û di nava saziyên Rêveberiya Xweser de xwedî rola herî pêşengin. Ev hemû rengê netewa demokratîk e û ji bo naskirina jinan jî gaveke girîng e."
'Bi vîna jinê azad û wekhevî wê were pêşxistin'
Endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Rûken Hisen balkişand ser armanca wan ji panela diyalogê û got: "Me xwest bi rêya panela diyalogê, rola jinê di warê siyasî de û wekheviya di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derbixin pêş. Em weke Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, her ji bo pêşketina jinê di hemû aliyan de dixebitin û em ê bi vîna jina azad wekheviyê ava bikin."