Li girtîgehan zextên li ser girtiyên siyasî berdewam dikin

  • 12:17 22 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Girtîgeha Turkoglu ya Gurgumê girtiyên ku diyar kirin bi muameleya kêfî û îşkenceyê re rûbirû dimînin, anîn ziman ku di bin  zorê de bi wan sirûda milî ya tirkan didin xwendin. Malbatên girtiyan jî li dijî rewşa ku tê jiyîn banga hestiyariyê li raya giştî kirin. 
 
Tundiya li ser girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û herêmê berdewam dike. Li girtîgehên ku her roj bi îşkenceya li girtiyan û cezayê dîsîplînê her roj di rojevê dene, li van girtîgehên ku bi pêkanînên kêfî ji rojevê nakevin ya bi navê Turkoglu ku li Gurgumê ye jî hat zêdekirin. Hat aşkerakirin ku li girtîgehaa ji ber nû hatiye çêkirin ji hemû girtîgehan gitî sirgûnî wê tên kirin, li girtiyan lêgerîna tazî, hejmartina li ser piyan û bi darê zorê sirûda Îstîklalê ya mîlî tê ferzkirin.  Malbatên girtiyan ku bertek nîşanî van pêkanînên kêfî dan xwestin ku zektên lil ser girtiyan demildest bên bidawîkirin û banga hestiyariyê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxstinên saziyên sivîk kirin. 
 
'Girtî tazî kirine û li gel destên wan ê klepçekirî li wan dane'
 
Dayika Serhat Yildirim Sûltan Yildirim diyar kir ku lawê wê ji roja sirgûnî girtîgeha Gurgumê hatiye kirin hatiye îşkencekirin û wiha got: "Herî dawî dema li min geriya got, 'li gel hemû astengiyan em li ber xwe didin'.  Qerdiyanan li girtiyan dane û hemû cureyên îşkenceyê li ser wan pêk anîne. Dema ku girtiyan serlêdana sûc kirine qerdiyan jî li gel wan bûne. Di rojên borî de jî doza wan hatiye dîtin. Ji xwe di meha cejnê ku hatine sirgûnkirin de tiştekî ku bi wan nekirine nemaye. Em tazî kirine û li gel destê wan ê kelepçekirî îşkence li wan kirine.  80 qerdiyanan êrîşî 8 kesî kirine û îşkence li wan kirine. Tenê ne qerdiyan leşker jî di nav wan de bûne.  Herî dawî dema ku çûm serdana  lawê xwe min ew nedît. Dema em çûn me şer kir û dema ku em vegeriyan jî me dîsa şer kir. Rewşa wan gelek xirab e. Îşkencê û li wan dikin."
 
'Ava paqij, xwê û şekir nadin wan'
 
Safiye Sertkaya ya ku got birazî û lawê wê di girtîgehê de ne jî diyar kir ku ew hay bûne xwarinê jî nadin girtiyan. Safiye anî ziman ku ew dema çûne hevdîtinê jî girtî ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin derneketine hevdîtinê û ev tişt got: "Hem lawê min û hem jî birazyê min li girtîgeha Gurumê ne.  Ew ji Tersûsê sirgûn kirine.  Di dema ku hatine sirgûnkriin de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û kirine hucreyê. Em hay bûn ku îşkence li wan hatiye kirin. Li gel îşkenceya tê kirin, şekir, xwe û ava paqij jî nadin wan. Em vê tundiya li ser zarokên xwe qebûl nakirin. Em çûn hevdîtina vekirî, lê zarokên me derneketin hevdîtinê.  Ji ber ku îşkence li wan hatiye kirin nikaribûne ji nava nivînê jî rabin.  Min ji qerdiyanan re got lawê min li ku ye, ji min re gotin 'lawê te naxwaze derkeve hevdîtinê'. Tu sûcê wan tune ye çima wiha li wan dikin. Em dayik heta sibehê nikarin razên. Guhê me li ser zarokên me ye û em vê îşkenceyê qebûl nakin."
 
'Bila vê îşkenceyê bi dawî bikin'
 
Herî dawî xizma girtî Esma Çelîk jî wiha got: "Yê min jî hevjîn û biraziyê min di girtîgehê de ye. Li laşê wan şopa îşkenceya li wan hatiye kirin maye.  Hemû şaşê wan reş bûye. Lê wê pêkanînên dijmirovî di meriyetê de ne. Em ji rewşa xizmên xwe bi gûman in.  Divê di demek nêz de heyetek xweser biçe li girtîgehê lêkolînê bike. Divê ne parêstvanên mafên mirovan, ne HÎD û ne jî rêstinên sazyiyên sivîl û hem kesê ku dibêje ez mirovim li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Divê tu kes li dijî vê zilmê bêdeng memîne."