Li dijî tayînkirina qeyûman li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin
- 12:15 22 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Mêrdînê, li dijî tayînkirina qeyûman û qirkirina jinan li nvenda bajêr û navçeyan li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li dijî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP'ê û qirkirina jinan li navenda Mêrdînê û navçeyên wê bi aramanca şermezarkirinê nivîs nivîsandin. Jinên ku dirûşmên, "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Jin jiyane jiyanê nekuje", "Bêdeng nemîne nebe hevkarê sûc", "Qeyûm darbe ye" û "Ji bilî me tu kes bi ser nekeve" nivîsandin banga hestiyariyê kirin.