Li gel dorpêç û astengiyan li Mexmûrê sala nû ya perwerdê dest pê kir

  • 11:26 22 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMUR - Li  Wargeha Penabaran Mexmûrê piştî betlaneya 3 mehên havînê bi dawî bû îro bi awayê fermî li dibistanan ji bo sala nû perwerde hat destpêkirin û zengila yekê lêda. 
 
Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) li gel hemû astengî û dorpêça PDK'ê ku bi mehan berdewam dike ji bo sala 2019 -2020'an li dibistanan perwerde hat destpêkirin. 
 
Li Wargeha Mexmûrê ku 5 dıbıstanên dayikê, 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên navîn û yek dibistana amedeyî ku  nêzî 3 hezar û 500 xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê li wan dibînin piştî betlaneya 3 mehên havînê  bi dawî bû, îro bi awayê fermî zengila yekem lêda. Xwendekaran bi kelecanek mezin ji bo sala perwerdê ya 2019 -2020'an berê xwe dan dibistanan.