Li Kobanê Salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin

  • 10:23 22 Îlon 2019
  • Rojane
KOBANÊ-16'emîn sala damezrandina PYD'ê bi şahiyekê li qada Şehîd Egît a li Kobanê  hat pîrozkirin.
 
Li Kobanê bi boneya 16'emîn damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  şahiyek li qada Şehîd Egît hat lidarxistin. Bi sedan kes ji gelên Herêma Firatê, sazî û dezgehên sivîl beşdarî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PYD'ê, wêneyên têkoşerên azadiyê, alên Saziya Malbatên Şehîdan û QSD'ê û Meclîsa jinê ya PYD'ê hatibû xemilandin. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Her wiha li ser navê PYD'ê Endamê Rêveberiya giştî ya PYD'ê Ebid Kerîm Saroxan, lis er navê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arîf Balî axivîn û salvegera damezrandina PYD'ê li  hemû gelan pîroz kirin û wiha gotin: "Ev partîya têkoşerên azadiyê ye û hemû pêkhateyan di nava xwe de hemêz dike, ji ber ku ev partî projeya netewa demokratîk di pergala xwe de dihewîne. Erdogan jî partiya demokratîk, wekî terorîst bi nav dike. Em ê jî weke PYD'ê û gelê me yê bi rêxistikirî li hember van êrîşan bisekinin û em ê karê xwe berdewam bikin." 
 
Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Her wiha  ji komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a Kobanê, koma Botan a stranan, koma gulava ya şano û hunermed Xelîl Can hunerên xwe pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.