Şaredariyê lı Çiyayê Kizwanan dest bi çêkirina rê kir
- 10:14 22 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li ser daxwazên şêniyên Çiyayê Kizwanan Şaredariya Gel dest bi sererastkirina riyên gundan kir.
Ji ber barana îsal gelek riyên gundên Çiyayê Kizwanan hilweşiyan û şêniyan ji Şaredariya Navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê daxwaz kir ku riyan wan bên çêdiirin. Li ser vê daxwazê îro Şaredariya Gel a Navçeya Til Temir alavên xwe kişandin gundên Çiyayê Kizwanan û dest bi sererastkirina riyan kir.
Endezyar Resmiya Fetah derbarê projeya ku dan destpêkirin ev yek anî ziman: "Barana îsal gelek zirar li riyên gundan kir. Di encama barana ku bariya de lehî rabû, gelek pir xera bûn. Ji ber vê me pêwistî dît ku divê berî demsala zivistanê rê were çêkirin. Ji ber wê îro me dest bi kar û xebata çêkirina riyan kir."