‘Em ê rê nedin fuhuş û hişbirê, têkoşîna xwe mezin bikin’
- 09:14 22 Îlon 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç, diyar kir ku wê li dijî fuhuş û hişbira ku bikaranîna wê li herêmê zêde bûye têkoşîneke mezin bidin û wiha got: “Bi taybet li Kurdistanê li ser ciwanan fuhuş û hişbir ku parçeyekî polîtîkayên şer in, tê ferzkriin. Lê em ê desturê nedin vê.”
Li seranserê Tirkiyeyê û bi taybet jî li bajarên herêmê bi rê û rêbazên cuda, fuhuş li jinên ciwan tê ferzkirin û li aliyekî din jî bikaranîna hişbirê di navbera ciwanan de zêde bûye. Bi taybet di 2016’an de piştî tayînkirina qeyûman, xebat û aktîvîteyên ji bo ciwanan bi dawî hatin anîn û bi vê jî fuhuş û bikaranîna hişbirê zêde bû. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi pêngava ‘Razêr nebe azad be’ li dijî fuhuş û hişbirê têkoşîn da destpêkirin û li gelek bajaran xebat hat meşandin û ji bo ku ciwan ji lepê fuhuş û hişbirê xilas bibin xebat hatin meşandin. Endama meclîsa jinên ciwan Esengul Kiliç, sedemên zêdebûna hişbir û fuhuşê û rêbazên têkoşînê nirxand.
‘Pêşengên civakê ciwan in’
Esengulê daxuyakirin ku AKP û MHP li herêmê polîtîkaya şer a taybet dimeşînin û vê polîtîkayê jî li ser jin û ciwanan dikin meriyetê. Esengulê destnîşan kir ku divê li dijî vê têkoşînek xurt bê dayîn û got armanca pêngava ‘Rajêr nebe azad be’ jî ev e. Esengulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşînek rêxistinkirî pêwiste. Bi taybet li Kurdistanê bi destê desthilatdariyê polîtîkay şer tê meşandin. Di çarçoveya vê pêngavê de, em wek hêza ciwanan a berdewama mîrateya nifşên 68’an ketin vê rê. Pêşengên civakê ciwan in. Ji ber vê sedemê jî gelek lîstik li ser wan tên lîstin. Hewl didin ciwanan ji rê derxin. Divê ciwan di her mijarê de xwedî hişmend bin û berpirsyariyê bigirin. Berpirsyariya civakî ya jinên ciwan zêdetir e. Li ser jinan polîtîkayek dijahlaqî ya mezin tê meşandin.”
‘Divê destur neyê dayîn’
Esengulê bi lêv kir ku mirov di serî de difikire bê ka çi şaş, çi raste û biryarê dide, dikare bi fikr parastina xwe ya cewherî pêk bîne û got: “Polîtîka li pêş fikr û nêrînên ciwanan tên meşandin. Jî bo vê bikaranîna hişbirê li herêmê zêde kirin e. Ji ber ku hişbir mirovan girêdayê xwe dike û nahêle mirov bifikirin. Mirov bi tiştekî ve girêdayî bimîne azadî tê astengkirin. Jin rastî tecawizê tên lê ji ber zextên civakê nikarIN bînin ziman. Ji ber vê divê jin xwe rêxistin bikin. Ciwan divê hişmendî, aktîfbûn û radîkalbûna xwe biparêzin. Divê li dijî hişbir û fuhuşê refleksê nîşan bidin. Ger firotina hişbirê bibînin divê bêdeng nemînin. Bi tenê nikaribin tiştekî bikin jî divê têkoşîna xwe pêş bixînin.”
‘Em ê li dijî vê polîtîkayê bin’
Esengulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê civak xwe ji nû ve ava bike û wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî hewl dide pêşiya jinan bigire. Ji ber vê pêşî li xebatên wan digire. Xweza tê talankirin. Jiyan tê tunekirin. Em jî li dijî vê hewl didin tiştekî bikin, lê em her tim rastî astengiyan tên. Em perspektîfa Birêz Ocalan esas digirin û ji bo avakirina civakek nû têdikoşin. Em ê li kolan û taxên xwe parastina cewherî pêk bînin û pêşî nedin firotina hişbirê. Em ê hişbirê nexin taxên xwe. Kesên fuhuşê dikin, yên didin kirin jî wê bên teşhîrkirin. Divê jin xwe biparêzin. Em ê desturê nedin hişbir û fuhuşê. Ligel vê li ciwanên kurd sîxurtî jî tê ferzkirin. Em li dijî vê jî têdikoşin. Di vê mijarê de îdiaya me mezin e.”