'Tecrîd berdewamiya kûrkirina kirîzê ye'
- 09:03 22 Îlon 2019
- Rojane
Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Endama PYD'ê, Semîra Şukrî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:"Dewamiya tecrîda li ser Ocalan kûrkirina kirîzê ye."
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê hezîranê û herî dawiyê di 7'ê tebaxê de bi muwekîlê re hevdîtin pêk anî. Her wiha malbat jî herî dawiyê di 12’yê tebaxê de bi boneya Cejna Qûrbanê hevdîtin kiribûn.Têkildarî vê mijarê Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Semîra Şukrî nirxandin kir.
'Berdewamkirina tecrîdê israrkirina kûrkirina temenê kirîzê ye'
Semîrayê diyar kir ku tecrîd sûcekî li dijî mafê mirovan e û got: “Ji ber ku Ocalan dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe û tevahî pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navîn çareser bike, dewleta tirk rê nade ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin û naxwaze peyama Ocalan jî pêk bîne. Berdewamkirina tecrîdê israrkirina kûrkirina temenê kirîzê ye .”
'Dewleta tirk li dijî belavbûna felsefeya Rêber Ocalan bi bin ket'
Semîrayê destnîşan kir ku tevî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek caran diyar kiriye ku ew dikare pirsgirêka kirîza Rojhilata Navîn çareser bike, lê Tirkiye derfet nade û wiha pê de çû: “Rêber Ocalan wekî nûnerê gelan û vîna wan, banga çarerseriyê aştiyê dike, banga tevgera aştiyane ya mirovî û siyasî ji bo xelaskirina Rojhilata Navîn ji kirîzê dike. Rêber Ocalan jiyana xwe xist xizmeta parastina civakan, dikarîbû fikrê mirovê azad bigihîne tevahî cîhanê. Dewleta tirk li dijî belavbûna fikrê Rêber Ocalan bi bi nket.”
'Pergala Serdest fikrê Ocalan ji bo xwe xeterî dibîne'
Semîrayê bal kişand ser pergala Netewa Demokratîk û teqez kir ku di riya vê pergalê de dê serkeftin mîsoger bibe û wiha axaftina xwe domand: "Rêber Ocalan ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sêyemîn a Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş hilbijart. Bi rûniştandina pergala Netewa Demokratîk dê dawî li desthilatdarî û dagirkeriyê were. Lewma desthildariya Tirkiyeyê tecrîdê li ser Rêber Ocalan giran kir."
'Peyama Ocalan dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe'
Semîrayê di dewama axaftina xwe de behsa girîngiya nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Nameya Rêber Apo dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe. Ocalan banga aştî û demokrasiyê dike, azadiya Rêbertî dê kirîza Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi rengekî aştiyane çareser bike, ji ber wê dewleta tirk di tecrîdê de bi israr e. Tecrîd berdewamiya kûrkirina kirîzê ye."
Semîrayê wiha dewam kir: "Erdogan dixwaze serdema Osmaniyan zindî bike, komkujiyan pêk bîne, ew aşqê xwînê ye, dîroka dewleta tirk bi dagirkerî, kuştin, wêrankirin û darvekirinê tê naskirin. Loma her îktîdara ku hatiye nexwestiye aştî pêk bê. Niha jî naxwazin aştî pêk were."
'Felsefeya Ocalan ronahî ye'
Semîrayê banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji bo me ronahî ye. Bi têkoşîn û yekîtiyê em ê vê ronahiyê belav bikin. Dijmin nabe dost."