ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
- 09:00 22 Îlon 2019
- Rojev
* Endama PYD'ê, Semîra Şukrî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:"Dewamiya tecrîda li ser Ocalan kûrkirina kirîzê ye." DÎMEN HEYE
*Derhêner Sînem Taş ku bi fîlmê xwe yê ‘Qibleya min Mirov e’ penaberên Lîzbonê kir mijar û bi fîlm re penaber bi felsefa Elewitiyê girt dest, diyar kir ku erdnîgarî cuda be jî çîrok hevpar in û got: “Bi çîrokên guhdarî dikim ku ez jî diguherim. Armanca min ev e ku bi xwe re ez xwendevanan jî biguherim.” DÎMEN HEYE
*Bi dawîbûna mehên havînê re, li baxçe û rezan dest bi komkirina berheman hat kirin. Yek ji jinên ku dest bi karê li ser rez û baçeyan kir, Saîme Saglam e û debara xwe bi meîjên ku bi hefteyan kedek mezin didê, dike. DÎMEN HEYE
*Zarokên ku di temenê wan 10 û 15 salî diguhere ji turîstên biyanî rê rêbertiyê dikin û dîroka Kela Wanê bi kurdi, tirkî û japonî tînin ziman. DÎMEN HEYE
*Li Girtîgeha Turkoglu ya Gurgumê girtiyên ku diyar kirin bi muameleya kêfî û îşkenceyê re rûbirû dimînin, anîn ziman ku di bin zorê de bi wan sirûda milî ya tirkan didin xwendin. Malbatên girtiyan jî li dijî rewşa ku tê jiyîn banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
* Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç, diyar kir ku wê li dijî fuhuş û hişbira ku bikaranîna wê li herêmê zêde bûye têkoşîneke mezin bidin û wiha got: “Bi taybet li Kurdistanê li ser ciwanan fuhuş û hişbir ku parçeyekî polîtîkayên şer in, tê ferzkriin. Lê em ê desturê nedin vê.” BI DÎMEN