Jinên Sirînê: Bi yek dengî em ê yekîtiya xwe xurt bikin

  • 16:29 21 Îlon 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Di rêzeçalakiyên hemleya Kongreya Star a bi dirûşma "Ax û rumeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" hatibû destpêkirin, jinên bajarokê Sirînê meş li dar xistin.
 
Rêxistina Kongra Star di 8`ê Tebaxê de hemleya bi dirûşma "Ax û rumeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" li dijî êrîş û gefên dewleta tirk li ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dabû destpêkirin. Di rêz çalakiya hemleyê de bi pêşengtiya jinên bajarokê Sirînê meşek hat lidarxistin. Meş li ber pira Sirînê dest pê kir. Di meşê de alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, posterên bi nivîsa "Jin Rojava diparêzin" û pankartên bi nivîsa "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" hildabûn. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin jiyan azadî"û "Na ji dagirkeriya tirk re" berz kirin. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyaniyek ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a bajaroka Sirînê Nehle Hesen ve hat xwendin. 
 
'Hemleya Kongreya Star bingeha şoreşa jina azad e'
 
Nehleyê diyar kir ku weke jinên bajaroka Sirînê piştgiriyê didin hemleyê û wiha domand: "Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a bajarokê Sirînê û bi navê hemû jinên berxwedêr  û jinên têkoşer, tevgera me dest bi hemleya "Ax û rumeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" kir. Îro em weke jinên bajaroka Sirînê bi hemû pêkhateyan û bi rengên xwe, em ê bi hev re bisekinin da ku piştgiriyê bidin vê hemleyê, ji ber ku ev hemle di bingeha şoreşa jina azad de ye. Ger em nikaribin xwe ji vê ramana dagirkeran rizgar bikin, em nedikarin nifşên ciwan mezin bikin.
 
'Girêdana me bi xaka me re heye'
 
Nehleyê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê, em bi yek dengî û bi rengekî mezin dibêjin weke jin em destwerdanên Tirkiyeyê red dikin. Em ê nehêlin bi vî şerî me bixapîne. Her ku gef li ser herêmên me zêdetir bibin, ew ê hevgirtin û gêrêdana me bi hevdu re zêde bibe, ji ber ku li vir em yek in ji azadiyê hez dikin û şer naxwazin. Lê mafê me yê parastinê heye. Ger ku gef û êrîş li ser herêmên me çêbibin em ê ax û destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber ku girêdaneke me bi vê axê re heye. 
 
'Bilindkirina dengê me û redkirina dagirkeriyê, bilindkirina nîşaneyên serkeftinê ye'
 
Nehleyê destnîşan kir ku wê dengê xwe bilind bikin û dagirkeriyê red bikin û wiha dewam kir: "Em ne tenê bi çekan şer dikin, bi pênûs û bi yekîtiya xwe şer dikin. Em tu hêzên dagirker qebûl nakin ku têkevin xaka me. Erka me bilindkirina dengê me û redkirina dagirkeriyê û bilindkirina nîşaneyên serkeftinê ye. Tiştê ku hatî serê DAIŞ`ê û têkçûyîna wê, ew destpêk bû. Ji ber ku em xwediyê ax, maf û xwediyê yek armancê ne.”
 
Li ser navê Koordînesyona Kongra Star a navçeya Çelebiyê Zelîxa Elî Nebo axivî û wiha got: “Meşa me  bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ`ê û dagirkeriyê têk bibe” hat lidarxistin. Her ku êrîşên dijmin li ser me pir dibin ewqas yekîtiya me xurt dibe. Em dibêjin tu carî êrîşên dijmin li ser xakên xwe qebûl nakin. Bi yek dengî, bi rengekî mezin li hember dijminê mirovatiyê bi ser kevin û tu carî em yekîtiya xwe bernadin.”
 
Meş bi diruşmên teqezkirina berdewamkirina berxwedanê bi dawî bû.