Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
- 16:28 21 Îlon 2019
- Rojane
AMED / ÊLIH - Li Amedê xizmên windayan di hefteya 554'emîn de, li Êlihê jî di hefteya 460’emîn de aqûbeta windayan hat pirsîn û malbatan di çalakiyê daxwaza darizandina kujeran kirin.
Xizmên Windayan li Amedê û Êlihê çalakiya xwe ya heftane pêk anîn û daxwaza darizandina kujeran kirin. Di çalakiyan de tayînkirina qeyûman hat şermezar kirin û bal kişandin ser malbatên ku li ber avahiya HDP'ê rûniştine.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan a “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 554’emîn de dewam kir. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Hevşaredarê Amedê yê ji wezîfeyê hat dûrkirin Selçûk Mizrakli jî beşdarî çalakiyê bû û wêneyên windayan hildan.
'Em ê li dijî bêcezakirinê têbikoşin'
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û edalet pêk were dê bênavber çalakiya xwe dewam bikin û got: “Bi salane li ber Lîseya Galatasarayê, li Amedê, Rihayê, Êlihê, Colemêrgê û Cizîrê me çalakiyên windayan dane destpêkirin. Bi ser re demên dirêj derbas bûn. Daxwaza me ew bû winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Tevî ku hikumetê soz da me dê dê kujeran bidarizîne û windayan bibîne jî lê hikumetê soza xwe negirt. Her wiha cînayeta Mûsa Anter hêj nehatiye ronîkirin. Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ku 18 kes bi revandinê hatibûn kuştin jî didome. Di hin dozan de tevî hemû delîl û belgeyan jî kujer tên beratkirin. Em li dijî bêcezakirinê têkoşîna edaletê ya bênavber didomînin.”
'Dest ji xeletiyan berdin'
Ozturk, bal kişand ser ji nûve biryara girtina Hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wiha got: “Duh êvarê hemû Tirkiye carek din matmayî ma. Wek hûn dizanin birêz Selahattîn hatibû berdan. Dadehê daxwaza ceza hesibandinê jî qebûl kiribû. Li şûna bihata berdan, lê dosyek din a lêpirsînê derxistin. Di çarçoveya vê dosyeyê de dîsa hat girtin. Niha 5 sal di navberê de derbas bûye. Dema hûn têkildarî dosyeyek bixebitin, wê divê ev bê pirsîn. Hûn li Tirkiyeyê derbarê her welatiyekî de dosyeyek nepen vedişêrin gelo? Dema kêrî karê we hat hûn wê dosyeyê vedikin û li serê dixebitin gelo? Ferasetek wiha ya edaletê heye gelo? Ji ber vê yekê pêwîste rayedarên darazê demildest dest ji vê xeletiyê berdin. Wê azadî û edalet kêrî her kesî were. Pêwîste dawî liv an mînakên xerab bînin.”
Çîrokên windayan hat gotin
Hanîfî Bîçîmlî yê bavê wî di 1994’an de hat windakirin axivî û da zanîn ku dema bavê wî ji gund diçû Farqînê ji aliyê hêzên tarî yên serê wan rûpoşkirî ve hat revandin û ji wê rojê ve carek din agahî jê negirtin. Bîçîmlî got heta hestiyê bavê wî werin dîtin dê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin jî çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli yê di 14’ê nîsana 1995’an de li Salika yê girêdayî navçeya Farqîna Amedê hat windakirin vegot.
Li Êlihê jî aqûbeta Mîkdat Ozeken hat pirsîn
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 460’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên xizmên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa ê 27 sal berê hat qetilkirin bibîr anî û êrîşa li dijî Endamê MYK’a ÎHD’ê û Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem a Rîzeyê pêk hat şermezar kir. Tanguner diyar kir ku pêwîste zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin . Tanguner çîroka windakirina Mîkdat Ozeken ê di 27’ê îlona 1994’an de hat binçavkirin û windakirin xwend û li aqûbeta Ozeken pirsî.