TAJÊ li Xanesorê civîn li dar xist

  • 15:57 21 Îlon 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Îro TAJÊ civîna xwe ya yekem saet di 09:00’an de li bajoreka Xanesorê ya girêdayî Şengalê li eywana Laleşê li dar xist.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî  (TAJÊ) yekemîn kongreya xwe di 10'ê Îlonê de bi tevlîbûna 300 delegeyan pek anîbû. Derveyî Şengalê jî, Ezidiyên Rojavayê kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat jî tevlî kongreyê bûbûn. TAJÊ îro piştî kongreyê bi tevlîbûna meclîsa di kongreyê de hatiye hilbijartin (31) komcivîna xwe ya yekemîn çêkir. Di komcivinê de ji bo biryarên ku di kongreyê de hatine girtin ji bo zindîkirina wan nîqaş hate kirin û berdevka TAJÊ hate hilbijartin. Sabîha Sebrî Îbrahîm bû berdevka TAJÊ. Ji bo kordinasyona nû jî 7 kes hatin hilbijartin. Endamên meclîsê bi boneya tevlîbûna komcîvînê nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Piştî fermanê herî zêde jinê xwe nas kir û bi rêxistin kir'
 
Endama Meclîsa TAJÊ Meyan Nasir derbare tevlîbûna komcîvîna yekem ya TAJÊ de nêrînên xwe wiha anî  ziman: “ Di serî de ez vê civînê bi giştî li dayikên Êzîdî pîroz dikim. Ev civîna me ya yekem e ku pîştî Kongereyê pêk hat. Beriya fermanê jinê nedikarî xwe rêxistin bike. Jin her biçûk dihat dîtin. Lê piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an jinên Kurd ên Êzîdî yên Şengalê xwe bi rêxistin kirin. Bi saya fikir û şervanên Rêber Apo jina Êzîdî xwe rêxistin kir. Piştî fermanê herî zêde jinê xwe nas kir û bi rêxistin kir. Hêviyen min ji jinên Şengalê heye ku werin xwe bi rêxistin bikin ku ji bo tola jin û zarokên xwe ji DAÎŞ'ê hilgirin.”
 
Endame Meclîsa TAJÊ Edulê Şemo jî ji bo cîvana yekem ku piştê kongereyê hatiye lidarxistin nerînên xwe wiha anî ziman: “ Di serî de ez kongreya yekem ya TAJÊ li hemû jinên cihanê pîroz dikim. Piştî kongereya yekem civîna yekê hat lidarxistin. Di vê civînê de me pir encam derxist ev erkek li ser milê me her jin û dayikan e. Pêwîst e hemû jin rabin ser pîyan û tiştekî ji bo civaka xwe bike. Em jinên Şengalê kongereya xwe yekem ya TAJÊ li Rêber Apo pîroz dikin. Hevî û daxwazê me ye ku hemû jinên Şengalê bên rizgarkirin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî pîştî civîna xwe ya yekem ku daxuyanî da. Daxuyanî ji bo Nesrîn Sedo hat xwendin. Daxuyaniya ku ji raya giştî re hat xwendin wiha ye.
 
'Di vê pêvajoya dijwar de jin dîsa têdikoşe'
 
Daxuyanî wiha ye:"Her ku diçe berxwedana ku di şexsê jinê de tê meşandin mezintir dibe. Jin di her aliyê jiyanê de pêşengîyê dike û kedek bê hempa dide. Di vê pêvajoya dijwar de jin dîsa têdikoşe. Em vî rihê berxwedêr îro di şexsê dayîkê Maxmurê, Amedê, Merdînê û Wanê de dibînin. Ev berxwedan, têkoşîneke pîroz û bi nirx e. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) em di serî de vê berxwedana ku di şexsê van Dayikên Laçikspî û hemû jinên berxwedêr de tê nîşandayîn silav dikin.
 
'Heger jin azad bibe, wê civak jî azad bibe'
 
Bi taybet faşîzma akp-mhp û hevkarên wan pdk ji ber ku vê berxwedana jine dîbîne, herî zêde erîşî jinê dike û dixwaze hebûna jinê tune bike. Ev rastî jî derdikeve holê ku dijmin herî zêde ji jinê ditirse. Ji ber ku dizane heger jin azad bibe, wê civak jî azad bibe, heger jin pêşengtiyê bike wê civak jî berxwedanek mezin bike û di roja me ya îro de jî ji ber ku ev pêk tê, di hedefa wan de her tim jin heye. Lê ev lîstokên wan bi berxwedana jinê vala tên derxistin.
 
'Ew ji bo me her tim ser piyan bûn'
 
Dijminê ku erîş dike, li her qadê bi rê û rêbazên cur be cur erîş dike, lê belê em vê dizanin û dibînin ku dijmin jî armanca wî jî yek e. Tenê li ser esasê tunekirin û kuştina jinê kar dimeşîne. Ji ber ku jin dixwaze ser xaka xwe bijî, jin dixwaze bi zimanê xwe biaxivê. Jin civakek azad dixwaze. Jin di nav gelan de tifaqê dixwaze û ji ber ku jin xwedî şarederiyê xwe derdikeve bi van erîşan rû bû rû dimîne. Lê belê li pêşiya têkoşîna me tu tişt nikare bibe asteng. Îro ev erîş li hemberî Mexmûr, li hember Bakurê Kurdistanê pêk tên wê siba li vir dest pê bike, em tu carî di demê me ê herî dijwar de alikariya dayikên Maxmûr û Bakurê Kurdistan ji bîr nakin. Ew ji bo me her tim ser piyan bûn û hêza ku me ji wan girt me DAÎŞ ji Şengalê de dawî kir. Îro em jî li gel van jinên berxweder in ku tişta ku wê serkeftina civakê bîne, tişta ku wê jiyanek azad û tîfaqê bîne yekparebûyîna hev e.
 
'Ji bo dawî li dagirkeriya li ser axa Kurdistanê bê em ê her têbikoşin'
 
Bi boneya vê jî em careke din dubare dikin ku li ku derê bibe bila be, li ku derê cihanê jinek êş bikşîne ew êş êşa me ye û em jinên Êzîdî her tim li gel wan jinên dilgirtî, li gel wan jinên ku êş dikşînin û li gel wan jinên ku li hemberî dagirkeriyê, zilmê, li hemberî tank û topan li berxwe didine ye. Ji bo dawî li dagirkeriya li ser axa Kurdistanê bê em ê her têbikoşin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana jinên Mexmûr, Amed, Wan û Mêrdînê","Bijî berxwedana jinên têkoşer","Bimre dagirkerî bimre îxanet" bi dawî bû.