Li Amedê berxwedan 34 roj in didome
- 15:53 21 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin li Amedê di roja xwe ya 34'emîn de hat lidarxistin. Di nobetê de hat diyar kirin ku di dîrokê de kurd her tim têkoşin dayê, niha jî dê li ber xwe bide û tu carî li hemberî astengî û talîmatan bêdeng nabin.
Nobeta Demokrasiyê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê hatî destpêkirin bênavber didome. Li Amedê 34 roj in li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nobeta Demokrasiyê pêk tê. Parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Semra Guzel, Salîha Aydeniz, hevşaredar Selçûk Mizrakli, endam û rêveberên HDP'ê û gelek welatî tevlî nobetê bûn. Polîsan îro dora girseyê bi bariyeran dorpêç kir.
'Li dijî astengî û talîmatan berxwedan'
Îro nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, nûnerên Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KAR-DEF), serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û rêveberên Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) ji bo piştgiriyê bidin tevlî çalakiyê bûn. Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz û rêveberên TMMOB'ê bi meşê xwestin bên li qadê, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan nexwest tilîlî, çepîk û dirûşm bên berzkirin. Lê Emîn Koramaz bertek nîşanî polîsan da û got: "Jixwe em li dijî astengî û talîmatên we yên bêhiqûqê dimeşin." TMMOB bi pankarta 'Dest nede vîna min' hatin qada nobetê.
'Derbeyek li demokrasiyê dan'
Sînan, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 34 rojan û diyar kir ku di dîrokê de kurd her tim di nav têkoşînê de bûn û îro jî heman tiştî dikin û li ber xwe didin. Rêveberê KAR-DEF'Ê Savaş Erdogan, qala xetereyên tayînkirina qeyûman kir û da zanîn ku bi qeyûman derbeyeke li demokrasiyê dixin. Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz jî di nobetê de axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha axivî: "Em ê her tim li cem hevşaredarên xwe bin. Biryareke siyasî hatiye dayîn û qeyûm hatiye tayînkirin. Li hemberî demokrasiyê darbeyek pêk hatiye. Gel dê tu carî vî tiştî efû neke. Gel li dijî vî yekî li ber xwe dide."
'Bi destê darazê komployek pêk hat'
Hevserokê HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan li ser navê Rêxistina HDP'a Amedê daxuyaniyek da û bertek nîşanî biryara ku derbarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş da û got: "Duh şev bi destê darazê li hemberî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaşê komployek pêk hat û biryara girtinê hat dayîn. Darbeya siyasî ya 4'ê mijdarê û parçeyeke darbeya qeyûma a 19'ê tebaxê ye. Îktîdara AKP'ê û MHP'ê bi sozên sexte yên demokrasiyê dixwaze kursiyê xwe zexm bike û her wiha ji windakirina kursiyên xwe ditirsin. Em niha carek din dipirsin hûnê çend caran li hemberî gel bilîzin û gel bigirin, gelo çend caran dîrok dê tekerûr bike. Êdî dawî li wan hatiye. Li Tirkiyeyê êdî pergala hiqûqê ji holê hatiye rakirin. Lê wekî her car em ê ji bo darazeke azad û demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin."