Li Efrînê di nav 2 mehan de 29 jin hatin revandin

  • 13:07 21 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di nav 2 mehan de zêdetirî 29 jin hatin revandin û bi îşkenceyê re rû bi rû mane. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nav 2 mehên dawîn de herî kêm 29 jin hatine revandin. Tê diyarkirin ku ji ber revandin, şîddet û zextan hejmara xwekuştina jinan jî zêde bûye. Her wiha li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê komên çeteyan dest daniye ser du xaniyên ku jin û zarok tê de bûne û malbatên xwe li wir bi cih kirine.
 
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan aqûbeta gelek kesên ku hatine revandina jî nayê zanîn. Tê diyarkirin ku jinên ku bi darê zorê hatine revandin, fîdye ji malbatên wan tê xwestin. Li gorî heman nûçeyê ji ber revandin, êşkence û tecawizê gelek jin xwe dikujin. Derbarê xwekuştina jinan hê bîlançoyeke rasteqîn tune.
 
Li gorî ajansa ANHA’yê çete di 2 mehên dawîn de nêzî 140 sivîlên ji Efrînê revandiye. Her wiha li gorî bîlançoya ku ANF’ê jî çavkaniyên herêmî wergirtiye di navbera 16-19’ê Îlonê de herî kêm 24 kes hatiye revandin û ji serê meha Îlonê ve herî kêm 101 kes hatine revandin. Tê diyarkirin ku hejmara rastîn zêdetir e.