Li Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja xwe ya 34’emîn de didome
- 13:01 21 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja xwe ya 34’emîn de berdewam dike. Di çalakiyê de parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî. Kemal diyar kir ku bi biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daraz careke din têk çû.
Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin, Nobeta Demokrasiyê ku li her sê bajaran hat destpêkirin di roja 34'emîn de berdewam dike.Bi tevlîbûna parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê, aktivîstên TJA’yê û Dayîkên Aşitiyê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Riyaarmuşê çalaki hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Em ê teqez bi ser bi kevin” hate vekirin.
‘Bi biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daraz careke din têk çû’
Çalakî bi axaftina parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ve hate destpêkirin. Kemal bal kişand ser biryara girtina hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wiha axivî;” Duh bi biryara girtina hevserokên me yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş daraz careke din têk çû. Jixwe biryara darizandina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hebû. Ev biryar bi zordestiya faşîzma AKP û MHP’ê pêk hat. Dadgehê dîsa em matmayî nekirin û biryarek li gorî daxwazên îktîdarê heyî da. Ev biryar dê bikeve dîroka hiqûqa cîhanê. Ev biryar skandaleke hiquqî ye. Ev tê wateya mirina darazê. Ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em ji vir heta Sîncan û Edîrneyê slavên xwe ji wan re pêşkeş dikin û dibêjin em ê wan ji wê derê derbixînin û bibin parlementoyê. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag rûmeta gelên bindest e. Heta ku hevserokên me, hevşaredarên me ji girtîgehan tên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînîn. Bi faşîzmê, bi derbeyan û bi zilmê em ê gav paş navêjîn. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin û girseyên demokratîk dikin ku werin bi me re mil bi mil têbikoşin.”
Pişt re li ser navê Meclîsa ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan axivî. Ferhat jî destnîşanî xespkirina şaredariyên HDP’ê kir û wiha got:” Îktîdar bi zordestiyê û derbeyan dixwaze polîtîkayên xwe yên li dijî demokrasiyê rewa bike. AKP’ê çawa ku zanî ew şaredariyên me yên di sala 2016’an de xespkirin ew ê wenda bike, dîsa dest bi xespkirinê kir. Polîtîkayên tecrîtê her ku diçe zêde dibe li dijî vê sekna ciwanan jî bi hêz û bi rêxistin dibe. Em wekî ciwanan em ê li her qadên jiyanê hebin. Bi pêşengiya jinên ciwan û ciwanan em hemû gelê xwe daxwazî têkoşînê dikin.”
Girseyê piştre dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi dirûşmeyên”Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.