Salvegera demazrandina PYD'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin
- 10:21 21 Îlon 2019
- Rojane
HELEB - Bi boneya salvegera 16'emîn PYD'ê, li Helebê şahî hat lidarxistin.
Bi pêşengtiya Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) şahiyek ji bo salvegera demezrandina PYD'ê hat lidarxistin. Şahî li hola Efrînê ya dikeve taxa Şêx Meqsûdê hat lidarxistin. Bi sedan ji endamên partiya PYD'ê , endamên sazî û deszgehên sivîl beşdarî şahiyê bûn. Hola Şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên partiya PYD'ê û wêneyên têkoşerên azadiyê hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rezgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Her wiha peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.
Li ser navê Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê Fehîme Ehmed axivî û salvegera damezrandina PYD'ê li hemû gelê heremê pîroz kir û wiha got: "Bi avabûna PYD'ê me gelek serkeftin bi dest xist. Me wekheviya gelan, çand û zimanê gelan ji xwe re esas girt."
Piştî axaftinan endamên Çand û Hunerê bi foklor û stranan hunerê xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.