ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 21 Îlon 2019
- Rojev
*Ji Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir Li dijî kiryarên Tirkiyeyê yên ku li ser jinên Efrînê tên kirin û firotina wan bertek nîşan da û got: " Firotina jinên Êzîdî û Efrînê firotina jinên hemû cîhanê ye. Dîroka hovîtiyê li hember jinan xwe dubare dike. Divê tevahî jin bibin dengê jinên Efrînê." DÎMEN HEYE
*Ji Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Rîhab Cebo di derbara gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got:"Dewleta tirk bi gef û êrîşên xwe rihê DAIŞ'ê zindî dike, da ku projeya Netewa Demokratîk li herêmê têk bibe. Hêzên desthilatdar naxwazin aramiya gelan li Sûriyeyê pêk were. Tenê berjewendiyên xwe difikirin. Li dijî vê yekê pêdivî ji têkoşînek hevpar a bi gelan re heye. Li dijî dagirkeriyê pêdivî bi têkoşîna hevpar heye." DÎMEN HEYE
*Endamên Kongreya Star ên Efrînê û Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê di derbarê piştgiriya jinên Şehbayê ya bi hev re axivîn. Jinan gotin: "Em hêza xwe ji hev digirin û karê xwe didomînin. Tu kes nikare vîna jina kurd û ereb tune bike. Em ser fikira Netewa Demokratîk xwe perwerde dikin."DÎMEN HEYE
* Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibelî, da zanîn ku menopoz parçeyek jiyanê ya jinê ye, tiştekî xwezayî ye û got: "Menopoz, bi dawîbûna reglê ye. Divê menopozê wekî nexweşiyê şîrove nekin."DÎMEN HEYE
*Li dijî nêrîna ku bisîklet alavek mêra ye, ‘Gera Bîsîkletê ya Jinên Xemlandî’ dest pê dike. Mîmara gerê Sema Gur, ji bo zêdetir çêkirina riyên bîsîkletê bang li şaredariyan kir û got: “Jin xwedî hêzek bi bandor e. Jin li bîsîkletê siwar bibin wê her kes siwar bibe.”
DÎMEN HEYE
*Jinên li Westan a Wanê bi çandiniyê debara xwe dikin. Jinên ku 20 sal in li baxçeyan dixebitin wiha got: “Zehmetiyan em dikişinin, em ked didin lê mêr jî pere digirin. Kêfa wê jî mêr dikin. Mafê jinên li gund jî wekî yên bajaran tên binpêkirin.” DÎMEN HEYE
*Di 21’ê Sibata 1993’an de li Xarpêtê Serokê Şaxa ÎHD’ê Metîn Can hat revandin û qetilkirin. Dayika wî Anîk Can, 26 salan li bende bû ku kujerên kurê wê bê cezakirin. Ji wê rojê şûnde Anîkê her tim reş li xwe kir û derneketibe Qada Galatasarayê jî yek ji Dayikên Şemiyê bû. Anîk ku dosya kurê xwe bir DMME’ê, tezmînata ku DMME’ê li Tirkiyeyê birî, bi gotinên ‘we kurê min kuşt’ red kir.DÎMEN HEYE