Apê Musa li ser gora xwe hat bîranîn: Wê pênûsa wî li erdê nemîne
- 17:41 20 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Rojnameger- Nivîskar Musa Enter di 27'emîn salvegera qetilkirina xwe de li gundê Stîlîlê yê Nisêbînê li ser gora xwe hat bîranîn.
Rojnameger Nivîskar û rewşenbîrê kurd Musa Anter (Apê Musa) yê ku di 20 îlona 1992'yan de li Amedê li kolanê hat qetilkirin di 27'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li gundê Stîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê gelek kesî ve hat bîranîn. Bîranîn bi tevlibûna endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezoptamyayê (MGKP) Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Serokê CHP'ê yê Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek rojnameger pêk hat.
Li ser gora Apê Musa dua hatin kirin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêzgirin pêk hat. Piştî merasîma bîranînê kesên tevli merasîmê bûn bi dirûşmên "Şehîd namirin" qurnefîl danîn ser gorê. Heyeta CHDP'ê jî bi daxwaza bibe wesîleya aştiyê kevokên sipî firandin.
Merasîm piştî axaftinan û qurnefîlên li ser gora Apê Musa hatin danîn bi dirûşman bi dawî bû.