Hevşaredarên Pasûrê sirgunî Girtîgeha Osmaniyê hat kirin

  • 16:42 20 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û 3 kesên din ên di çarçoveya lêpirsîna teqîna li Pasûrê de hatin girtin sirgunî  Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê hatin kirin. 
 
Hevşaredarên navçeya Pasûr a Amedê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midûre Karê Fen ê Şaredariyê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Abidin Karaman û Mehmet Emîn Ay ên di çarçoveya lêpirsîna teqîna di 12’ê Îlonê li Pasûrê pêk hat û di teqînê de 7 kesan de jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin, sirgunî  Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê hatin kirin. 
 
Her 5 kesên ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlh ve hatin girtin, bêyî raza dilê xwe sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sirgunî  Osmaniyê hatin kirin.