Reyhan Temel hat tehliyekirin

  • 15:51 20 Îlon 2019
  • Rojane
SÊRT - Reyhan Temel a ku bi hinceta lawê wê Mehmet Zakir Temeli beşdarî PKK'ê bûye û ji 17'ê Hezîranê de ye bi îdiaya "Endama Rêxistinê ye" di 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê de hat tehliyekirin. 
 
Mala Reyhan Temel a 56 salî ku li Berwarî ya Sêrtê rûdinê bi hinceta ku lawê wê Mehmet Zakir Temel beşdarî PKK'ê bûye gelek caran hat dorpêçkirin. Zarokên wê jî hatin binçavkirin û gef li wan hat xwarin. Keça Reyhanê, Mizgin Temel jî bi îfadeya şahidê veşartî û wêneyekî fotomontaj hatibû binçavkirin û bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Mehmet Zakir jî di encama topbarana li ser Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû. Reyhan ji bo şûna xwe dîne hatibû Edeneyê û li ser şîn hat qedexekirin şûnde di dema vegera Berwariyê de hatibû binçavkirin. 
 
Reyhanê piştî îfadeya Muduriyeta Emniyeta Sêrtê bi sûcê "alîkarî bi rêxistinê kiriye" şandibûn girtîgehê. eyhan Temel a ku bi hinceta lawê wê Mehmet Zakir Temeli beşdarî PKK'ê bûye û ji 17'ê Hezîranê de ye bi îdiaya "Endama Rêxistinê ye" di 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê de hat tehliyekirin.