TJA'yê di Nobeta Demokrasiyê de bang kir:Em ê biguherin û azad bikin

  • 14:50 20 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên DHP'ê hatin kirin li wanê di roja 33'emîn de berdewam dike. Di çalakiya rûniştinê ku hat kirin d e aktîvîstên TJA'yê ev bang kirin; "Werin em bi hev re rabin ser piyan. Biguherin û azad bikin. 
 
Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin, Nobeta Demokrasiyê ku li her sê başjaran hat destpêkirin di roja 33'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya nobetê de di çalakiya rûniştinê ku di pêşengiya HDP'ê de hat kirin aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta xwe ya bi nivîsa, "Hevserokatî xeta me ya mor e" hata ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê  meşiya û tevlil çalakiya rûniştinê bû.  Polîsên ku xwestin meşa jinan a bi dirûşmên "Wê qeyûm biçe gel bê", "Jin jiyan azadî" asteng bikin nehiştin ku rojnameger jî dîmen bikişînin. Di çalakiyê de li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Bor axivî. 
 
'Hêza me ya em biguherin heye'
 
Rojbîn a ku bi newekheviya di nabera mêran û jinan de dest bi axftinê kir wiha got; "Di serî de cudakariya zayendî em ê li dijî her cureyê tundiyê, li dijî zîhniyeta yekparêz, ji bo dîzaynkirina demokrasiyê bêyî ku em di nabera tu netew û baweriyan de cudakariye bikin, em ê li hemû qadên jiyanê ji bo dîzaynkirina demokrasiyê têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
Rojbîn diyar kir ku tayînkirina qeyûman darbe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Destkeftiya pergala hevserokatiyê ku jinan bi têkoşîna xwe ya bi salan bi dest xist neqebûlkirina wê ya ji aliyê zîhniyeta dewleta mêr ve neayê qebûlkirin û em qebûl nakirin û ne hedê wan e ku bibêjin ji ku derket û meşrûbûna wê tune ye. "
 
'Wê tu gavê bi me nedin avêtin'
 
Rojbîn anî ziman ku ew ê li dijî pergala testkeftiyên jinan desteser dik têkoşîna xwe berdewam bikin û ev tişt got: "Zîhniyeta baviksalar ku dixwaze me bêdeng bike û bike hundirê malê bi hemû hêza xwe bi ser jinan de tê. Zîhniyeta AKP'ê ku êrîşî jinên li destkeftiyên xwe xwedî derkevin dike, di kesyeta jinê de êrîşê aştî û demokrasiyê dike.  Yadîşen Karabulak, Nesîbe Akdag, Dîlan Yildiz ên ku li wanê têkoşîna jinê didan bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin. Ji jinan ditirsin. Lê wê tu hêz nikaribe me ji têkoşîna me dûr bixe û gavê bi me paşve bide avêtin."
 
'Em ê biguherin û azad bibin'
 
Rojbîn herî dawî ev bang li jinan kir: "Em bang li hemû hevalên xwe yên jin ên têkoşer dikin ku lidijî qeyûmên îradeya jinê desteser kirin û hemû saziyên ku wekî destkeftiyên jinê bûn talankirin têkoşîna xwe mezin bikin .Em dibêjin werin em rabin ser piyan. Biguherin û azd bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê bi dirûşmên "Şehîd namirin çalakî bi dawî bû."