Leyla Guven: Li hemberî desthilatdariyê me tu carî serî netewand

  • 13:25 20 Îlon 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Cizîrê bi malbata Mahsûm Pamay ê li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest da û malbatên zarokên xwe di dema qedexeyê de winda kirin re hatin gelhev de, ev peyam da: “An em ê tifaqa Kurdîstanî ava bikin û bi ser bikevin, an jî ewê lîstîkên qirêj ên desthilatdariyan dewam bikin.”  
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, li navçeya Cizîr a Şirnexê bi endamên partiyê û malbatên zarokên xwe di dema qedexeya derketina derve ya salên 2015-2016’an winda kirin re de, hatin gel hev. 
 
Hevdîtin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê hat lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, hevşaredar, rêveber û endamên partiyê û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
'Yên ku komkujî pêk anîn ew ê derkevin holê'
 
Leyla Guven di hevdîtin de axivî û wiha got: “Berxwedana Cizîrê cihê xwe di dîrokê de girt û bi vî awayî tê naskirin. Ez Hevserokên Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel ên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim. Yên ku ev komkujî pêk anîn wê derkevin holê û dê di tarîtiyê de namînin.” 
 
'Qeyûm pereyê gel dixwe'
 
Leyla, di axaftina xwe de bal kişan ser tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP’ê jî û wiha bilêv kir: “Qeyûm pereyê gel talan dike. Li hemû cihan talanên wan derketin holê. Fatûreyên sexte çêdikin û pereyê gel didizin. Ji ber vê yekê qeyûm tayîn dikin. Lê li hemberî berteka gel şaşwaz bûne. Niha bi komplo û cezayên cuda dest datînin ser şaredariyên me. Li hemberî desthilatdariyê me tu carî serî netewand. Gelê Kurd wê tu carî jiyanek bê nasname qebûl neke. Ji ber vê yekê, em dibêjin em tifaqa Kurd û Kurdistanî ava bikin. An emê tifaqa Kurdîstanî ava bikin û bi ser bikevin, an jî ewê lîstîkên qirêj ên desthilatdariyan dewam bikin.”
 
Leyla, girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîn jî bibîr anîn û wiha bi dawî kir: “Em ne hewdarî tu kesên. Emê berxwedana xwe mezintir bikin. Ji sedî sed emê bi ser bikevin.” 
 
Leyla û şandeya pê re, dûre malbata Mahsûm Pamay ê bi armanca şermezarkirina tecrîdê, li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî, ziyaret kirin. Di serdanê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Leyla  piştî serdanê çû ser gora Mahsûm. 
 
'Em hêvî dikin ku Ocalan bê Tirba Mem û Zîn ziyaret bike'
 
Leyla û girseya bi pê re herî dawî tirba Mem û zîn ziyaret kir. Leyla, li vir jî axaftinek kurt kir û got ku çîroka Mem û Zîn ne bi tenê ser evînê ye her wiha dîroka çanda kurdan jî vedibêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Birêz Ocalan li ser Mem û Zîn gelek nivîs û nirxandin kiriye. Birêz Ocalan tim di hevdîtinan de behsa Mem û Zîn dike. Em jî hêvî dikin ku Ocalan bê li ser vê axê, tirba Mem û Zîn ziyaret bike.”
 
Piştî ziyareta hat kirin bername bi dawî bû.