'Cejnên me kevneşopiyên me ne'
- 12:47 20 Îlon 2019
- Rojane
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê Cejna Cemahî de diyar kirin ku ew vê cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikin û gotin:"Em hêvî dikin her cejnê me bibin wesîleya aramî û aştiyê. Cejnên me kevneşopiyên me ne."
Kurdên Êzidî yên li Şengalê ji bo Cejna Cemahîya Serîkanî li Çiyayê Şengalê kom bûn. Bi saya pîrozkirina cemahîya civaka Êzidî tê cem hevdû, bi şahî û kêfxweşî roja cemahiyê pîroz dikin. Jinên Şengalê derbarê Cejna Cemahiya de axivîn.
'Hêviya min ew e her tim Êzidî kêfxweş bin'
Jina bi navê Meyan Omer bi boneya hatina cemahiyê kefxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Em îro gelek kêfxweş in ji ber ku îro Êzidî hemû li cem hev in. Bi hev re vê cejnê pîroz dikin. Îro cemahiya Serê Kaniya Pîre xayê ye. Ez vê cejnê li hemû Êzîdiyan pîroz dikim. Hêvî dikim ku her carê di hemû cemahiyan de Êzîdî hemû li cem hev bin. Berê ji niha xweştir bû. Dema fermanê de gelek kes wek esîr ketin destên çeteyan û hovan. Ji ber wê êşeke mezin di dilê me de dijîn. Em dixwazin hemû kesên ku ketine destê çeteyan, bên rizgarkirin. Hêviya min ew e her tim Êzîdî kêfxweş bin. Bila her dem li gel hevdû bin, cejin û rojên pîroz bi hev re pîroz bikin. Em dev ji orf û adetên xwe bernedin."
'Cejnên me kevneşopiyên me ne'
Jina bi navê Mitqal Yusuf jî wiha got: “ Xwedê Tawûsê Melek û gelê me biparêzê, her dem kefxweş bin. Tu cara dev ji ola xwe bernedin. Her tim li gel hev cejna xwe pîroz bikin. Ez cejna Êzidiyan hemûyan pîroz dikim. Hemû kesên ku derveyî welat in bila li welatê xwe vegerin. Em gelek kêfxweş in lê me dixwest keç û jinên Êzîdî kurên Êzîdî ku ketine destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar biban û bihatan ser axa xwe cejna xwe pîroz bikirin. Em ji bo hatina cemahiya kêfxweş in lê ji bo jinên ketina destê çeteyan em xemgîn in. Em hêvî dikin her cejnê me bibin wesîleya aramî û aştiyê. Cejnên me kevneşopiyên me ne."