Dayika ku li ber AKP'ê hatî derpkirin: Ji bo çareseriyê divê şer bi dawî bibe

  • 09:11 20 Îlon 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Dayika Laçikspî Aysel Tufan, bi navê "Dayik aştiyê dixwazin" xwestin li ber avahiya AKP'ê çalakî li dar bixin û hatin binçavkirin. Dayika Laçikspî Aysel Tufan got: "Divê malbatên ku li ber avahiya HDP'ê rûniştine xwe nexapînin, ji ber ku heta ku şer bi dawî nebe çareserî pêk nayê."
 
Dayikên Laçikspî bi daxwaza “Dayik aştiyê dixwazin’ di 17’ê îlonê de li ber avahiya AKP’ê ya Amedê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Bi çalakiya dayikan bi dehan maşîneyên polîsan hatin li ber avahiya AKP’ê û dora AKP’ê dorpêç kirin, nehiştin ku çapemenî dîmen bikeşînin. Dayikên Laçikspî ji hêla polîsan ve hatin derpkirin û binçavkirin. 4 dayikên ku di dema binçavkirinê de bi heqaretê re rûbirû man. Dayikên ku di heman rojê de hatin berdan raporên tenduristiyê girtin. Di rapora ku hatî girtin de tiliyê Dayika Laçikspî Nazîme Yurek hatiye şikandin û pişta wê jî reş bûye. Dayika Laçikspî Aysel Tufan ji ajansa me re qala armanca çalakiya xwe kir. 
 
'Dewlet ji gunehên xwe nikare rizgar bibe'
 
Aysel jî di dema binçavkirinê de hatiye derpkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dewlet HDP’ê hedef nîşan dide. Lê bi vî şeklî nikare xwe ji gunehên xwe rizgar bike. Dewlet bi xwe jî dizane ku muxatap ev bi xwe ye. Li bajarên din malbat kom kirine û anîne li ber avahiya HDP’ê.  HDP’ê dê çî bike? Nahêlin ku HDP’ê li meclîsê siyasetê bike. Derbarê her gotinê HDP’ê de lêpirsin tê vekirin û hedef tên nîşandan. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin HDP’ê çû meclîsê lê nahêlin ku pirsgirêk bê çareserkirin. Kesên ku nahêlin pirsgirêk çareser bibe îktîdara AKP û MHP’ê ye. Kê û kî dixapînin. Kesek nikare me bixwapîne. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Em zarokên xwe yên li girtîgehê dixwazin.”
 
'Em aştî û aramiyê dixwazin'
 
Aysel, destnîşan kir ku naxwazin kesek jiyana xwe ji dest bide û wiha bilêv kir: “Em naxwazin gerîla, ciwan, leşker, polîs jiyana xwe ji dest bidin. Bi salane li dijî kuştin û mirinan hewl didin û daxwazên xwe tînin ziman. Lê heta îro dewletê guh nedaye daxwazên me. Malbat li ber ber HDP’ê rûniştine, li benda çareseriyê ne. Lê cihê rûniştinê ne HDP’yê, AKP’ye. Her wiha dayikên ku çûn li ber AKP’ê jî hatin derpkirin û li erdê hatin kaş kirin. Çima? Ji ber ku em aramî û aştiyê daxwazin em rastî êrîşê hatin.” 
 
'Heqaret li dayikan kirin û dayik hatin derpkirin' 
 
Aysel, qala çûyîna xwe ya li ber avahiya AKP’ê wiha anî ziman: “Dema em çûn li ber avahiya AKP’ê kesek tunebû û me li ber derî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Kesên berpirsê ewlehiyê bûn û li ber derî hatibûn bi cih kirin li hemberî me nesekînin. Lê ji ber ku helwestê nîşanê me nedan di heman deme de ji kar hatin dûrxistin. Polîs hatin li ber avahiyê û xwestin me ji avahiyê dûr bixin. Tiştek nepirsin û ji me re gotin ‘Ev ne li cihê çalakiyê ye û em destûrê nadin. Hûn zarokên xwe naxwazin hûn dixwazin tevlîheviyê derxin. Biçin rewşa zarokên xwe ji Demîrtaş bipirsin’ Êrîşe li me kirin û me sivarê maşîneyan kirin. Di nav maşîneyê de em hatin derpkirin û em bi heqaretê re rûbirû man."
 
'Kesek nikare dayiktiya me lêpirsin bike'
 
Aysel, diyar kir ku kesek nikare dayiktiya me lêpirsin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê di serî de her kes mirovatiya xwe li ber çavan derbas bike. Divê bizanin li hemberî dayikan dest nayê rakirin û ev şermeke mezin e. Divê malbat û dayikên li ber HDP’ê rûniştinê neyên lîstîkan. Bila rastiyê bibinin. Ji bo berjewendiyên xwe ev malbat tên bikaranîn û divê vî tiştî baş bizanin. Dema karê dewletê ji malbatan biqede silavek nadin wan û bila baweriya xwe ji çapemeniya alîgir neynin.”
 
'Ji bo çareseriyê divê şer bi dawî bibe'
 
Dayika Laçikspî Aysel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çareseriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin çareserî dê çawa pêk bê. Bila ev malbat hinek bifikirin, dê HDP’ê çawa wan zarokan bîne. Heta ku dewlet destûr nede û rêyek veneke dê çawa bên. Dema ku zarokên wan bên jî dê dewlet ceza bide zarokan û dê zarokan bişîne girtîgehê. Bila kes kesî nexwapîne. Heke zarokên xwe dixwazin, divê di serî de şer bi dawî bibe. Divê devlet deriye Îmraliyê veke. Dê bi vî şeklî pirsgirêk  bê çareserkirin."