'Bila hikûmet bizanibe ku wê nikaribe bi şer û rijandina xwînê me têk bibe'
- 09:09 20 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn diyar kir ku AKP a ku ber bi tunebûnê ve diçe bi polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd dixwaze li ser piya bimîne û wiha got:"AKP bi polîtîkayên şer dixwaze li ser paldanka xwe bimîne. Lê çi dibe bila bibe hinek tişt êdî ber bi çav in û diyar e. Bila hukumet bizanibe ku wê nikaribe bi şer û rijandina xwînê me têk bibe."
AKP a ku di rojên dawî de bi îstifayên di nav xwe de di rojevê de ye her roj bûyerek nû dijî. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn bi lêv kir ku ji bo kaosa navxweyî ya AKP'ê neyê rojevê, AKP planên nû li dijî gelê kurd dixe meriyetê.
'Bi êrîşên li ser gelê kurd dixwaze temenê xwe dirêj bike'
Remziyeyê diyar kir ku rewşa AKP'ê her ku diçe xirab dibe û wiha got:"Em dema ku dibin şahidê nîqaşên di nava AKP'ê de em dibînin ku dawiya wan hatiye. Ew dizanin ku ji wan re hindik maye loma bi êrîşên li ser gelê kurd dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Dibêjin "Herin ber deriyê HDP'ê rûnên" û dawiyê jî qeyûm tayin dikin. Vê yekê ne tenê em partiyên din jî dizanin. Bi polîtîkayên xwe yên şer dixwazin li ser paldanka xwe bimînin."
'Paldanka wan diheje'
Remziyeyê da zanîn ku îktidara 7 salî ya AKP'ê êdî ji tiştekî re nabe û wiha dewam kir:"8 salan nehiştin ku kes biçin Îmraliyê. Tecrîdek giran hebû. Bi serîhildana grevên birçîbûnê deriyên Îmraliyê vebûn. Li ser gelê kurd û Birêz Ocalan hat xwestin ku polîtikayên cuda bên kirin. Şeva hilbijartina bi nameya ku şandin xwestin tiştekî bikin. Lê êdî ne gelê kurd ne jî gelê turk ji derewên AKP'ê bawer nakin. Ew êdî nikarin bi polîtikayên şer û rijandina xwînê li ser piyên xwe bisekinin. Paldanka wan diheje."
'Bila AKP bizanibe ku wê nikaribe bi şer û rijandina xwînê me têk bibe'
Remziyê bi lêv kir ku AKP ji bo paldanka xwe lîstikan dilîze û wiha got:"Zextên herî dawî û plana qeyûman perpitandina herî dawî ya AKP'ê ye. Bi qeyûman xwestin îradeya gel biçewisînin lê gel her roj li qadan e. Bi rêya qeyûman gelek zilim li gel kirin. Bi lêdanê, binçavkirinê û tehdîdan xwestin hemû tiştî bikin. Lê îro bi sedan mirov li kuçeyan e. Bi milyonan Kurd li îradeya xwe xwedî derdikevin. Bila AKP bizanibe ku wê nikaribe bi şer û rijandina xwînê me têk bibe."