Hevşaredar Bêrîvan: Me stratejiya plan û projeyên xwe yên ji bo jinan diyar kir

  • 09:08 20 Îlon 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu, derbarê stratejiya plan û projeyên xwe yên 5 salan de axivî. Bêrîvan, anî ziman ku ji bo jinan gelek plan û projeyên wan ên ku pêk bînin hene û da zanîn ku di projeyên wan de ji bo jinan rawestegeheke taksiyan a ji bo jin lê bixebitin jî heye.  
 
Hevşaredara navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Bêrîvan Kutlu, derbarê stratejiya plan û projeyên xwe yên 5 salan de  ji ajansa me re axivî. Bêrîvanê, anî ziman ku ji bo jinan gelek plan û projeyên wan hene û da zanîn ku di nava projeyên wan de rawestegeheke taksiyê ya ku jin lê bixebitin jî heye. 
 
‘Qeyûm bi taybetî dest danî ser destkeftiyên jinan’
 
Bêrîvanê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qeyûmên ku di sala 2016’an de tayînî 94 şaredariyên DBP’ê hatin kirin û got ku qeyûman bi taybetê êrîşî destkeftiyên jinan kir. Bêrîvanê, wiha berdewam kir: “Qeyûm bi taybetî  dest danî ser destkeftiyên jinan. Ji ber vê jî qeyûm piştî ku hatin tayînkirin di serî de saziyên jinan girtin û yên mayî jî li gorî polîtîkayên xwe dewerî cihên ku xîtabî wan dikirin kirin.  Bi van pêkanînên xwe qeyûman polîtîkaya xwe ya li heberî jinan diyar kir û vîna jinê desteser kirin. Em dixwazin xizmetê ji gelê xwe re bikin. Lê ji ber deynê ku qeyûm hiştiye em gelek caran tengav dibin. Li dijî van hemû astengiyan jî em di nav hewildanê de ne û em ê projeyên xwe pêk bînin. Piştî ku me şaredarî bi dest xist û şûnde, me di serî de li ser rewşa jinan a ku çend jin dixebitin, çendên wan ji kar hatine avêtin lêkolîn kir û me wekî meclisa jinê ji xwe re plansaziyeke nû ava kir."
 
'Em ê ji bo jinê qadên îstihdamê ava bikin'
 
Bêrîvanê, di domandina axaftina xwe de bi lêv kir ku wan xwestiye destkeftiyên jinan ên ji wan hatine xespkirin careke din bi dest bixin û wiha behsa stratejiya plan û projeyên xwe yên 5 salan kir: “Midûriyeta  Jinê hebû, lê wê demê qeyûm hevala me ya berpirsiyar ji kar avêt û vala hîştibû. Ji ber vê jî em di serî de dixwazin Midûriyeta Jinê ji nû ve ava bikin. Ji bo ku em hemû kar û xebatên derbarê jinê de di bin navê vê muduriyetê de bikin.  Her wiha em ê cihê Şêwirmendiya Jinê  jî aktîf bikin. Bi cihê Şewirmendiya Jinê ku em ê aktîf bikin, em dixwazin tundiya tê kirin ji holê rakin. Em ê ji bo aktîvîteyên civakîbûna jinê jî bixebitin û wê ji nava çar dîwarên ku hatiye hepskirin derxînin. Her wiha em ê ji bo jinê qadên werzîşê ava bikin. Ji bo ku jin di warê aborî de jî bikaribin xweser bin em ê Malên Tenûrê,  Malên Xwarinê vekin û li wir hem jinan wekî berpisiyar û hem jî wekî xebatkar peywirdar bikin.   Em ê di warê çandiniyê de jî piştgiriyê bidin jinê û qadên serayê ji bo wan vekin. Ev xebata me li ber qedandinê ye.  Her wiha di planên me de ji bo jinan rawestegeheke taxsiyê jî heye. Li Cizîrê heta niha jinên ku ev kar kirine tune ne û em dixwazin ku cara yekê ji bo jinan qadeke îstihdamê ya bi vî rengî vekin.  Karekî wiha yê ji bo jinan jî wê cara yekê li Cizîrê bê destpêkirin." 
 
'Em ê jinan di warê çandê de jî pêş bixin'
 
Bêrîvanê bal kişand ser kar û xebatên çandê yên ji bo jinan jî û wiha got:"Ji bo jinan xebatên me yên di warê çand û hunerê de jî hene. Em ê ji bo jinên ciwan di warê çand û hunerê de xwe pêş bixin malên çand û hunerê vekin; cihên ku wekî qafe tên xebitandin em ji bo vê armancê bi kar bînin û rê li ber pêşketina jinên ciwan a di warê çand û hunerê de vekin. Ji bo ku jin bikaribin bi rehetî xwe pêş bixin em ê pirtûkxaneyên ku jin bikaribin li wan rûnên û pirtûkan bixwînin ava bikin. Bi vê helwestê em dixwain ku jin kêmasiyên xwe bibînin û xwe pêş bixin, çand û dîroka xwe nas bikin."  Herwiha em ê ji bo jinan parkên ku jin lê karibin bêhna xwe vedin jî ava bikin."
 
Ankeketa ‘Jin çi dixwazin’ 
 
Bêrîvan, di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin gelek projeyên din jî pêk bînin lê ji ber deynên qeyûm û kêmasiya aboriyê nikarin tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî hemû astengiyan me stratejiya plan û projeyên xwe yên 5 salan ava kir û xebatên jinê kir rojeva xwe ya sereke. Her wiha em li taxan civînên jinan digirin, li ser fikr û daxwaziyên jinan çiye nêrînên wan digirin. Memli hemû taxên Cizîrê anketa ‘jin çi dixwazin’ da destpêkirin û em ê li gorî daxwazên jinan heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”