'Em hêvî dikin ku xwendekar bi rêya perwerdeyê her xwe pêş bixin'
- 09:04 20 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Zanîngeha Rojava Şînda Dawid derbarê qebûlkirina qeydên beşên zanîngehê ya xwendekaran nirxandin kir û got: "Bi berfirehkirina tora perwerdeyê em hewl didin ku xwendekar xwe bêtir pêş bixin. Bi vekirin beşên nû yên zanîngehê û perwerdeyek baş em armanc dikin ku xwendekar û bi vê yekê girêdayî civak pêş bikeve. Em hêvî dikin ku xwendekar bi rêya perwerdeyê her xwe pêş bixin."
Derbarê qebûlkirina qeydên beşên zanîngehê ya xwendekaran a Rêveberiya Xwerser li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, Endama Rêveberiya Zaningeha Rojava Şînda Dawid axivî.
'Em ji bo pêşî li xwendina hîn berfireh vekin, em dixebitin'
Şînda diyar kir ku ev sala yekê ye ku mûfadeleyek navendî di navbera zaningeha li Cizîrê û Kobanê derdikeve û wiha dom kir :"Di rêya ragihandinê de me hemû xwendekar agahdar kirin ku me mûfadeleya yekê daxistiye, wê her xwendekarek tiştê ku dixwaze binivîse, lê divê ku ji bîr nekin hin beş hevdîtin tê de heye, her wiha nirxandina nivîskî jî heye. Ger di hevdîtin û nirxandina nivîskî bi ser neket, xwendekar nikare di wê beşê de bixwîne. Niha ji bo xwendekar bi hêsanî bikaribin bixwînin û hîn bibin em têdikoşin. Em ji bo pêşî li xwendina hîn berfireh vekin, em dixebitin."
'Bi beşên cuda em ê hewl bidin ku perwerde hîn zêde pêş bikeve'
Şîndayê fakûlteyên heyî anî ziman û got: "Li herêma Cizîrê Fakûlteya Betrûl û betrûkîmiya, Fakûlteya Endezariyê Çandiniyê, Fakûlteya Wêjeyê, Fakulteya Hûnerê Bedew, Fakûlteya Zanistên Perwerdehiyê, Jîneolojî, Peyîmangeha Rêveberina Darayî, hene. Her wiha Fakûlteyên îsal nû vebûne; Fakûlteya Wergera Ingilîzî li Qamişloyê, Peymangeha Bilind a Mîtrotîk, Avahîsaziya Ekolojîk û Peymangeha Endezyariya Avakirinê ne. Bi beşên cuda em ê hewl bidin ku perwerde hîn zêde pêş bikeve."
'Em hêvî dikin ku xwendekar bi rêya perwerdeyê her xwe pêş bixin'
Şînda wiha dawî li axaftina xwe anî: "Vê salê hejmara xwendekaran zêdetir bû, ji ber xwendekar êdî zaningehê nas dikin û pê bawer in. Li Cizîrê xwendekar ên dibstanên Rêveberiya Xwerser û Rêjîmê jî tên qebûl kirin ji ber li Cizîrê hîn refê 12'an nebûye kurdî wê van her du salên pêş ew jî bibe Kurdî. Li Kobanê û Şehbayê refa 12'an Kurdî ye. Em serkeftinên ji hemû xwendekaran re dixwazin. Bi berfirehkirina tora perwerdeyê em hewl didin ku xwendekar xwe bêtir pêş bixin. Bi vekirin beşên nû yên zanîngehê û perwerdeyek baş em armanc dikin ku xwendekar û bi vê yekê girêdayî civak pêş bikeve. Em hêvî dikin ku xwendekar bi rêya perwerdeyê her xwe pêş bixin."