Nûjîn Yûsif: Dê vîna jinan cîhaneke aram û demokratîk ava bike

  • 09:03 20 Îlon 2019
  • Rojane
Xeznê Celal / Dicle Demhat
 
EYN ÎSA - Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jin a MSD'ê Nûjîn Yûsif di derbarê tundiya li ser jinê û bandora  netew dewlet li ser jin  nirxand û got: "Netew dewlet bi zîhniyeta desthilatdaran hatiye avakirin, cihê ku dewlet lê hebe demokrasî û îradeya jinan fetisî dimînê, em di wê baweriyê de ne ku wê vîna jinan cîhaneke aram û demokratîk ava bike." 
 
Yek ji sedema bingehîn a kuştin û tundiya li ser jin, mêjiyê netew dewletê ye. Di van salên dawiyê de tundiya li ser jinan zêde bûye. Li dijî jinan bi her awayê tundî tê kirin. Jin di qadên siyaset û aboriyê de li paş maye û mafê wê hatiye xwarin. Her roj jin tên kuştin û qetilkirin û bi mexdûriyeta serdestiya civakê re rû bi rû dimînin. Helbet sedemên tundiyê jî tê ji hişmendiya sîstema netew dewletê ya desthilat, ku tenê di nêrîna wan de  jin ji bo çêkirina zarokan dijî. Di têkildarê mijarê de Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Nûjîn Yûsiv li ser tundiya li ser jinan û bandoriya netew dewletê li ser jin û civakan nirxandinên girîng kir û bersiva pirsên me da.
 
Hûn hebûna jinan ya di nava netew dewletê de çawa dinirxînin?
 
Têgeha demokrasiyê  xwedî dewlemendiyeke cudaye. Dema ku mirov demokrasiyê pênase bike mirov nikare li kêleka wê netew dewletê bihizire. Di nava netew dewletê de tu cihek ji bo jinan tune ye, ji ber ku hişmendiya netew dewletê li ser mêjiyê serdestiyê hatiye avakirin û li gor zîhniyeta wan jin û mêr nabin wekhev. Di nava sîstema dewletê de her çiqas jinên siyasetmedar hebin jî , lê vîn û nêrîna van jinan tuneye, tenê jin bi bedena xwe li wir amadene. Di mêjiyê dewletê de jin weke meta tê dîtin û bikaranîn, ji bo wê jî dewletên hegomonîk ne heqiyê li jinan dikin, mînaka wê jî dewletên wekî Fransa û Tirkiyê xwe dewletên demokrasî dibînin, lê di rastiya xwe de tundiya herî mezin a li ser jinan tê kirin di van dewletan de ye. Em dikarin bêjin cihê ku dewlet lê hebe demokrasî  fetisî dimînê.     
 
Tevger û saziyên jin yên heyî çima dibin hedefa netew dewletê?
 
Jiyan li ser dûbendiyan  xwe didomînê. Em dikarin bêjin di nava mirovan de jî her tim dûbendî heye. Sîstemên heyî jî li ser geleg bingehan xwe damezrandine. Ger dewlet hebe, helbet wê dijbertiya wê jî were kirin, ji ber di nêrîna hêzên desthilatdar de divê nêrîn ji derveyî nêrîna wan tune be. Hêzên desthilatdar rêxistina jin ji bo xwe tehdîd dibînin û êrîşî  jinan dikin, ji ber jin civakê li ser heskirin û wekheviyê birêxitin dike û li ser lingan dihêlê. Têkoşîna jina li hember van kiryaran didome . Em di wê baweriyê de ne ku wê vîna jinan cîhaneke aram ava bike. 
 
Li herêmên rizgarkirî hûn rewşa jinan çawa dinirxînin?
 
Li herêmên rizgarkirî rewşa jinan başe . Lê belê  ev jin zehmetiyan di saziyên jinan yên birêxistinkirî de dibînin, ji ber bi sala ye ev jin di nava civakê de biçûk hatine xistin. Jin ji cewherê xwe hatibû dûrxistin û tu nirx û maf jêre ne hatibû dayîn. Sîstema BAAS  jî weke her dewletên desthilatdar , heman zîhniyet li ser jinan dida meşandin û tu qîmet ne dida jinê ,da ku jin ne bin xwedî kesayetên azad. Li kêleka wê jî hişmendiya eşîran  ne hiştiye ku jin pêşve biçin û her wan di nava koletiyê de hiştibûn. Li gor salên berê,  niha mirov dikarê rewşa jinan bi rengekî erênî li ber çav bibînê û binirxînê.
 
Jinên ku rastî şidetê tên divê çawa werin parastin û projên we ji bo wan çine?
 
Beriya her tiştî pêwîste civak ji aliyê zîhniyetê de  were guhertin. Divê jin di aliyê parastina cewherî de xurt bibe. Jinên bê perwerde û parastin wê her tim bibin armanca êrîşan, ji bo wê jî esas perwerdekirina jinan girîng e. Li herêmên rizgarkirî ji bo jinan dadgeh hatina avakirin, li kêleka wê jî malên jin, meclisên jin, komînên xweser ji jinan re hatine vekirin. Jin dikarin bi rehetî doza mafê xwe bikin. Di heman demê de li van herêman ji bo guhertina hişmendiya mêr jî perwerde tên dayin da ku serdestiya mêr li ser jinan bi dawî bibe. Parastina herî guncav ji hebûn û nirxê jin re parastina cewheriye.