ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 20 Îlon 2019
- Rojev
* Li hember polîtîkayên qirkirin û pişaftina çanda resen, Fatma Mihemed lawiran xwedî dike û yek ji amûrê çanda kevnar bi kar tîne. Fatmayê diyar kir ku ew bi saya keda xwe di heman demê de çanda xwe jî diparêze û wiha got: "Çand bi jinê tê naskirin û zindîkirin. Jin her dem bi keda destan derketiye pêş û bûye nîşaneya parastina çanda xwe."DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jin a MSD'ê Nûjîn Yûsif di derbarê tundiya li ser jinê û bandora netew dewlet li ser jin nirxand û got: "Netew dewlet bi zîhniyeta desthilatdaran hatiye avakirin, cihê ku dewlet lê hebe demokrasî û îradeya jinan fetisî dimînê, em di wê baweriyê de ne ku wê vîna jinan cîhaneke aram û demokratîk ava bike." DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Zanîngeha Rojava Şînda Dawid derbarê qebûlkirina qeydên beşên zanîngehê ya xwendekaran nirxandin kir û got: "Bi berfirehkirina tora perwerdeyê em hewl didin ku xwendekar xwe bêtir pêş bixin. Bi vekirin beşên nû yên zanîngehê û perwerdeyek baş em armanc dikin ku xwendekar û bi vê yekê girêdayî civak pêş bikeve. Em hêvî dikin ku xwendekar bi rêya perwerdeyê her xwe pêş bixin."
DÎMEN HEYE
*Hevseroka Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekin derbarê tayinkirina qeyûmên li ser sê bajaran nirxandin kir. Fîlîzê got:"Qeyûm berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên jinan e. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstemê bidomînin." DÎMEN HEYE
*Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu, derbarê stratejiya plan û projeyên xwe yên 5 salan de axivî. Bêrîvan, anî ziman ku ji bo jinan gelek plan û projeyên wan ên ku pêk bînin hene û da zanîn ku di projeyên wan de ji bo jinan rawestegeheke taksiyan a ji bo jin lê bixebitin jî heye. BI DÎMEN
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn diyar kir ku AKP a ku ber bi tunebûnê ve diçe bi polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd dixwaze li ser piya bimîne û wiha got:"AKP bi polîtîkayên şer dixwaze li ser paldanka xwe bimîne. Lê çi dibe bila bibe hinek tişt êdî ber bi çav in û diyar e. Bila hukumet bizanibe ku wê nikaribe bi şer û rijandina xwînê me têk bibe."BI DÎMEN
*Rewşa zaroka bi navê Avşîn ku li gel dayika xwe li girtîgehê dimîne roj bi roj xirabtir dibe. 'Cezayê dîsîplînê' ku li dayika Avşînê Hulya Usanmaz a ku nikare derman ji keça xwe re bistîne hatibû birîn jî hat rakirin.
*Dayika Laçikspî Aysel Tufan, bi navê "Dayik aştiyê dixwazin" xwestin li ber avahiya AKP'ê çalakî li dar bixin û hatin binçavkirin. Dayika Laçikspî Aysel Tufan got: "Divê malbatên ku li ber avahiya HDP'ê rûniştine xwe nexapînin, ji ber ku heta ku şer bi dawî nebe çareserî pêk nayê." DÎMEN HEYE