‘Em ji bo lidarxistina Mîhrîcana Zarokan kêfxweş in’

  • 16:22 19 Îlon 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - 3’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê bi dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in” di roja xwe ya sêyem de didome. Zarokên ku beşdarî Mîhrîcanê bûn nêrîn û hestên xwe anîn ziman û gotin: "Em ji bo lidarxistina mîhrîcana zarokan kêfxweş in." 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê di roja sêyemîn de didome. Zarokên ku ji herêma Firatê, bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û kantona Girê Sipî tevlî Mîhrîcanê bûn berhemên xwe yên hunerî ji stran, şano, lîstikên govendê û helbest pêk tên ji hevtemenên xwe re pêşkêş kirin. Zarokên ku tevlî 3'ê yemîn mîhrîcana zarokan bûne kêfxweşiyên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
‘Zarok hêviyên pêşeroja mene’
 
Helîma Ber Ewad yek ji Endamên Komîteya Amedekar ya Mîhrîcana zarokan e wiha behse mîhrîcanê kir: "Ev bû sê roj e mîhrîcana zarokan dewam dike. Di roja yekê de me meşa zarokan li dar xist û di roja duyem û sêyem de zarok hunerên xwe ji hevalên xwe re pêşkêş dikin. Armanca me ji vê mîhrîcanê ew bû ku em hemû zarokan bînin gel hev. Bi salane ku li herêmên me şerên giran rû didin û ev jî dibe sedem ku derûniya zarokan xirab bibe. Ev sê roj in ku em li vê derê bi zarokan re dijîn. Di holê de zarok bi yek dengî diqîrin dibêjin em zarok in bi rastî em jî xwe bi wan re zarok hîs dikin û mirov li vê derê bûyerên xemgîn yên rastiya jiyanê ji bîra dike û vedigere rojên zaroktiya xwe. Em hewil didin ku zarokan bi awayekî erênî bi çanda civaka wan perwerde bikin. Li vê derê her zarok bi reng, deng, ziman, bawerî û çanda xwe beşdarî mîhrîcanê bûn, ev jî ji bo me cihê dilxweşî û serkeftinê bû. Em bi hêvî ne ku em ê her tim zarokan kêfxweş bikin, ji ber ew hêviyên pêşeroja me ne." 
 
‘Di mîhrîcanê de me zaroketiya xwe dît’
 
Zaroka bi navê Netalî Samir ya eslê xwe Çerkes e ji bajarê Minbicê ye hestên xwe anî ziman: " Ev bû cara duyemîne ez tevlî Mîhrîcana zarokan dibim, dema ku ez tevlî Mîhrîcanê dibim ez gelekî kêfxeş dibim, lê vê carê cudahiyeke xwe heye. Ew cudahî jî dema ku em çanda xwe pêşkêş dikin û zarok kêfxeş dibin. Ez jî bi hevalên xwe re kêfxweş dibim."
 
‘Me bi xêzkirina wêneyên xwe, hestên xwe bi zarokan re parve kir’
 
Herî dawî jî zaroka bi navê Rijdî El-Îsa ku ji pêkhateyê Ereb e ji bajarokê Sirînê ye û Heyfa Hesen ji pêkhateyê Kurd e kêfxeşiyên xwe yên ji bo mîhrîcanê anîn ziman û wiha gotin:" Cara yekemîn e  em tevlî mîhrîcanê dibin, ev ji me re bû şansek ku em hunera xwe pêşkêşî zarokên herêmê û hevtemenên xwe bikin ji ber wê em gelek kêfxweş in ku em beşdarî mîhrîcanê bûne. Me hewil da em berhemên xwe yên herî xweş û bedew li vê derê pêşkêşî hevalên xwe bikin. Em bi hêvî ne ku hevalên me berhemên me biecibînin.”