Li Helebê ji bo 6'emîn salvegara PYD'ê belavok hatin belavkirin

  • 16:21 19 Îlon 2019
  • Rojane
HELEB - Bi boneya  6'emîn salvegera damezrandina PYD'ê, ciwanan belavok li  şêniyên  taxa Şêx Meqsûd belav kirin.
 
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi boneya 6'emîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya demokratîk  (PYD), ciwanên PYD'ê belavok li şêniyên taxê belav kirin. Di nava hemleya belavkirinê de, bi dehan ciwan cihê digirin. Hemleya belavokan taxa Şêx Meqsûd destgirt û heya taxa Eşrefiyê domand.
 
Di nava van belavokan de wateya damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) bi gel dan nasîn ku ev partî, partiyeke demokratîk e ji bo aştiya tevahî gelan xebat dike. Her wiha mijarên cuda di nava van belavokan de hene, mîna şîrovekirina mijara azadiya jin, redkirina têgînên şovînîst û teqez dike ku rola sereke ya avakirina civakê jin û ciwan in. Ev hemû mijaran di nava belavokan de hatine gotin.
 
Şêniyên taxê jî bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya hemleya ciwana kirin û salvegera partiyê li tevahî gelê azadîxwaz pîroz kirin.
 
Hemleya belavkirina belavokan wê 2 rojan bidome.